Li Curnê Reş peyama 'em ê jiyaneke azad ava bikin'

  • 14:32 9 Mijdar 2025
  • Rojane
 
RIHA - Di starta 25'ê Mijdarê ya li Curnê Reş hat lidarxistin de, jinan gotin, "Em jin tevî hemû şeran jî hêvîdar in. Gumanên me tune ku em ê bi bawerî, fedakarî, berxwedan û têkoşînê jiyanek azad û bê tundiyê ava bikin."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Curnê Reş a Rihayê, di çarçoveya Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan de start dan. Jin li gundê Fîk kom bûn û pankartek bi nivîsa "Jiyana Azad Bê Şîdet di Civaka Demokratîk de" vekirin. Li kêleka pankartê wêneyên jin û zarokên ku hatine kuştin hatin nîşandan. 
 
'Em jiyanê ji nû ve ava dikin'
 
Aktîvîsta TJA'yê Başak Saridal metna çalakiyê xwend û got:" Li dijî şerên pergalê, em bi felsefeya 'Jin, jiyan azadî' têkoşîna xwe ya ji bo azadî û rizgariyê berfireh dikin. Em şerê ku ji hêla hemî hêzên pergalê ve li dijî nasnameya jinan tê meşandin bi awayê herî kûr dijîn, lê em hêzek ji hêza xwe ya ji bo azadiyê mezintir nabînin. Li hember komkujiyên kûr ên li ser jin û civakan li cîhanê û Rojhilata Navîn, em dizanin ku aştî dê yekalî an xweber nebe û em li her derê xwe birêxistin dikin û jiyanê ji nû ve ava dikin."
 
Daxuaynî bi dirûşma, “Jin jiyan azadî" bi dawî bû.