Aynur Eplî ya 30 sale girtîbû hat tahliyekirin

  • 21:17 31 Cotmeh 2025
  • Rojane
ÎZMÎR - Aynur Eplî ya ku 30 sal in girtîbû ji Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê serbest hate berdan. Aynur Eplî wiha got: “Berxwedan, berxwedana me tevan e.”
 
Girtiya nexweş Aynur Eplî ku 30 sal in girtîbû, berdana wê dihat taloqkirin, îro ji Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê serbest hate berdan. Aynur Eplî li ber girtîgehê ji hêla endam û rêveberên DEM Partî yên Îzmîr û navçeyên Karşiyaka, Alîaga û Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtî (EGE TUHAY-DER) ve bi kûlîlkan hate pêşwazîkirin.
 
Aynur Eplî li ber girtîgehê axivî û wiha vegot: “Nîveke me di girtîgehê de ma ji ber vê xemgîn im. Nîveke me jî li derve ye. Ji bo pêvajoyê jî serkeftinê ji gelê me re dixwazim. Berxwedan, berxwedana me tevan e. Berxwedana zindanan jî berxwedana gelê me ye. Serkeftinek hebe jî ev serkeftina gelê me ye.”
 
Aynur Eplî kî ye?
 
Aynur Eplî di sala 1995’an de bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” cezayê muebbetê lê hate birîn. Aynur Eplî 30 salan li girtîgehên Erzirom, Êlih, Sêrt, Sêwaz û herî dawî jî li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê ya Îzmîrê ma û ji wir tehliye bû. Aynur Eplî di girtîgehê de bi nexweşiyên giran ên weke tîmora mêjiyê re li ber xwe da. Aynur Eplî di sala 2024’an de di qada karîkatûrê ya Mafên Mirovan a Neteweyî de layiqê xelatê hate dîtin. Li ser navê Aynur Eplî xelat ji aliyê lîstikvan û endamê PMê ya DEM Partî Kerem Firtina ve hatibû wergirtin. Aynur Eplî piştî çend rojan dê biçe Agiriyê.