Li Fransayê tûndiya mêr her diçe zêde dibe

  • 19:02 31 Cotmeh 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Fransayê di sala 2024’an de 107 jin ji aliyê hevjîn an jî hevjînê xwe yê berê ve hatine kuştin. Ev hejmar tê wê wateyê ku li gorî sala berê %11 zêdebûnek çêbûye.
 
Daneyên li ser tundiya li hemberî jinan di rapora salane ya Wezareta Karên Navxweyî ya Fransayê de cih girtin. Li gorî raporê, di sala 2024’an de di navbera hevjînan de bi giştî 138 bûyerên tundiya kujer hatine tomarkirin. Ji van 107 jin û 31 mêr bûn.
 
Wezaretê got, “Her sê rojan carekê kesek ji ber tundiya nav malê jiyana xwe ji dest dide.” Her wiha 403 hewldanên kuştinê jî hatin tomarkirin.
 
Ji 90’î li malê pêk hatine
 
Li gorî lêkolînê, %90’ê bûyeran li malên hevjînan an jî li malên kiryaran qewimîne. Di 49 bûyeran de amûrên tûj, di 34 bûyeran de jî çekên agirîn hatine bikaranîn. %31’ê bûyeran ji ber nîqaşan, %16’ê wan jî ji ber cudabûna nepejirandî pêk hatine.
 
Wezaretê destnîşan kir ku kiryar “piraniya wan mêr, hemwelatiyê Fransayê, di navbera 20-49 salî de û kesên bêkar in.” Her wiha, di sala 2024’an de zêdebûneke berbiçav di rêjeya kiryarên ji 70 salî zêdetir de hatiye dîtin.
 
%47’ê jinên mexdûr berê li hêzên ewlehiyê re ragihandibûn ku wan tundî dîtine û %81’ê vê komê giliyê xwe kiribûn. Hat diyarkirin ku tenê jinek ji parastina “telefona xetereya giran” (téléphone grave danger) sûd wergirtiye, du jin biryara parastinê hebûne û kiryarek jî di bin çavdêriya edlî de bûye.
 
 Rêxistinên mafên jinan, piştî raporê, bang li hikûmetê kirin ku “mekanîzmayên pêşîlêgirtinê xurt bike û sîstema parastinê bandortir bike.