Midûrê Emniyeta Mudurnuyê ji tundiya li hember jinê hat girtin
- 19:00 28 Cotmeh 2025
- Rojane
BOLU - Midûrê Emniyeta Navçeya Mudurnuyê Hasan Tokgoz ji ber tundî li jina ku pê re zewicandiye kir, hat girtin.
Li navçeya Mudurnu ya Boluyê Midûrê Emniyeta navçeyê hasan Tokgoz ku du meh berê dest bi peywirê kiribû, derket holê ku tundî li hevjîna xwe kiriye. Piştî tundiyê jinê gilî kir û li ser vê gumanbar Hasan Tokgoz hat binçavkirin û ji aliyê dadgehê ve hat girtin.
Hat hînbûn ku Hasan Tokgoz ji peywirê hatiye durxistin.







