Li Licê hevdîtina jinan

  • 18:59 28 Cotmeh 2025
  • Rojane
AMED – Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û hevşaredarên navçeyan çarçoveya kampanya ‘gotina me neqedya em ê bi hev re tundiyê rawestînin’ li Licê bi jinan re hatin gel hev û pirsgirêkên jinan hatin guhdarkirin.
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û û şaredariyên navçeyan di çarçoveya xebatên jinan de di kampanya dimeşandin de serdanan didomînin. Di vê çarçoveyê de Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Licê serdana esnafan kir û piştre li komeleya Dernek hevdîtina jinan pêk anî.
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Sera Bucak, hevşaredara Yenîşehîrê Safiye Akdag, hevşaredara Peyasê Berîvan Gulşen Sîncar, Hevşaredara Xana Axpar Semra Akyuz, hevşaredara Licê Dîlek Diyar Ozer, ya Farqînê Sevîm Bîçîçî, ya Bismilê Mizgîn Ekîn, ya  Sûrê Fatma Gulan Onkol, ya Rezan Leyla Ayaz, ya Erxeniyê Bîrsen Azak Bayar, ya Pasûrê Fatma Ay, ya Hênê Besîle Narîn û ya Karazê Roza Altindag tevlibûn.
 
Di hevdîtinê de daxwazê jinan hatin guhdarkirin û hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ji bo eleqe û piştevaniya jinan spas kir.
Di hevdîtinê de banga mezinkirina têkoşîna hevpar hat kirin.