Meşa KESK'ê li Edeneyê ye

  • 14:10 15 Cotmeh 2025
  • Rojane
 
EDENE - Meşa KESK'ê ya di roja seyemîn de didome gihişt Edeneyê. Hevseroka Şaxa SES'ê ya Edeneyê Şukran Guzel diyar kir ku heta ku her kes vegerê li ser karê xwe em ê têbikoşin.
 
Konfederasyona Sendikaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li dijî bêhiqûqiya KHK'yan bi dirûşma “Em ê karê xwe bi paş ve bistînin” di 13'yê Cotmehê de ji Amedê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kir. Meş di roja seyemîn de didome û meşvan gihiştin Edeneyê. Meşvan li Edeneyê ji aliyê nûner û endamên saziyên girêdayî KESKê yên li Edeneyê, rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê, saziyên civakî û gelek kesan ve pêşiya Qada Îstasyonê hatin pêşwazîkirin. Girseyê li vir govend gerand.
 
Girse paşê heta Parka Ataturk meşiya. Di meşê de dirûşma “Bijî Berxwedana Kedkaran û dê KHK herin em ê bimînin” hate berzkirin. Girse dema ku hat Parka Ataturk daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Şaxa SESê ya Edeneyê Şukran Guzel ve hat xwendin.
 
Şukran Guzel diyar kir ku îro ew ji bo kesên bêhiqûqî ji kar hatine avêtin li vir in û got: “Di 10 salan de, gelek kes ji karê xwe dûr hatin xistin. Dengê gelek kesan hat qûtkirin. Me di serî de got; KHK zilm in. Bi hezaran kes şevekî ji karê xwe dûr hatin xistin. Em dizanin ku biryarên KHK'ê siyasî bûn. Heta ku her kes vegere ser karê xwe em ê têbikoşin.”
 
Paşê Hevserokê KESK'ê yê Giştî Ahmet Karagoz axivî û da zanîn ku ew ji bo KESK'iyên ku ji karê xwe hatine dûr xistin dimeşin û wiha got: “Ji sala 2016'an ve qeyim tayinî vîna gel tê kirin. Li Wanê Abdullah Zeydan, li Edeneyê Zeydan Karalar ji pêywîrên xwe hatin dûr xistin. Dema em ji karên xwe hatin dûr xistin gotin ‘têkiliya wan bi terorê re heye’. Têkiliya me bi kê re heye? Têkiliya me bi şaredariyên qeyim hatine tayînkirin re, bi gelê ku mafê wan hatiye binpêkirin re heye. Têkiliya desthilatê jî bi kesên ku mafê gel binpêkirine re heye. Em ê li ber xwe bidin.”
 
Piştî daxuyaniyê meşvan ber bi Mêrsînê ve bi rê ketin.