
Çek hatin îmhakirin
- 11:18 11 Tîrmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên Koma Aştî û Civaka Demokratîk tên Başûrê Kurdistanê û çekên xwe datînin. Di merasîmê de çek hatin îmhakirin.
Heyeta ku ji bo merasîma bêçekkirinê ya li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat bajarê Hewlêrê yê Herêma Başûrê Kurdistanê, ber bi bajarê Silêmaniyê ve ket rê û bi wesayîtên ku ji aliyê hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê ve hatine peyda kirin, ber bi cihê merasîmê yê li Silêmaniyê ve çûn.
Gerîlayên Koma Aştî û Civaka Demokratîk (BDTG) bi merasîmekî çekên xwe îmha kirin.
Gelek rojnamevanên navneteweyî ji bo temaşekirina merasîmê hatin Silêmaniyê û ev yek di pêvajoya aştiyê de gavek girîng e.
Di merasîmê de çek hatin îmhakirin.