Di bin Sûrên Amedê de çalakiya kaparî

  • 13:56 10 Tîrmeh 2025
  • Ked/Aborî
AMED – Di çalakiyekê de ku ji aliyê Şaredariya Yenîşehîrê ve hate lidarxistin, jinan di bin siya sûrên bajêr de kaparî berhev kirin.
 
Di çalakiyek xwezayî de ku ji aliyê Rêveberiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Yenîşehîrê ve hate lidarxistin, jinan di bin siya sûrên dîrokî yên bajarê de kaparî kom kirin. Çalakî li nêzî taxa Şemsiler Ben û Sen hate lidarxistin û Hevşaredara Şaredariya Yenîşehîrê Safiye Akdag, endamên meclîsa bajêr û gelek jin beşdar bûn. Beşdaran li ser nebata kapar fêr bûn û li binê sûrên dîrokî yên bajarê Amed kaparî kom kirin.
 
Di çalakiyê de, Hevserok Safiye Akdag bal kişand ser feydeyên tenduristiyê yên nebata kaparî û çawaniya bikaranîna wê û tirşiya wê dê çawa çêbibe bi jinan re parve kir.
 
Ev civînên ku jin destê xwe didin xwezayê û beşdarî hilberîn û jiyanê dibin, dê di serdema pêş de bi çalakiyên bi vî rengî berdewam bikin.