Li Amedê marsîm bi baldarî hat temaşekirin

  • 14:54 11 Tîrmeh 2025
  • Rojane
AMED - Kesên ku li bajarê Silêmaniyê merasîma tunekirina çekan a hat lidarxistin li ser televîzyonê temaşe kirin, baweriya xwe bi Abdullah Öcalan anîn ziman û xwestin ku dewlet piştî vê gavê berpirsiyariyên xwe bi cîh bîne.
 
Koma Aştî û Civaka Demokratîk, li herêma Şikefta Casenê ya  Silêmaniyê ya Herêma Başûrê Kurdistanê, li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan, merasîmek tunekirina çekan li dar xist. Heyet û rojnamevanên ji çar aliyên cîhanê beşdarî merasîma li Silêmaniyê bûn. Rojnamevan jî ji otêlek li Dukanê merasîm temaşe kirin.
 
Merasîma ku li seranserê cîhanê deng veda, bi rojan berê li bajaran coş, heyecan, hêvî û meraqek mezin çêkir. Xelk li deverên cûda yên bajêr kom bûn da ku merasîma dîrokî temaşe bikin. Di nav cihên ku li Amediyê coş û kombûna giştî lê hebû de Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amed û Komeleya Alîkarî û Hevgirtina bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) hebûn. Xelk di saetên serê sibê de hatin van cihan.
 
Dîmen bi dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin.
 
Di tevahiya rojê de, dirûşmeyên wekî "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan Nabe" û "Şehîd Namırın" hatin berzkirin. Daxuyaniya Koma Aştî û Civaka Demokratîk hat û kêliyên hestiyar hatin jiyîn. Di dawiyê de, dîmên tunekirina çekan  hatin weşandin. Dîmen bi baldarî hatin temaşekirin.