FEDA û DAKB: Em ji bo mezinkirina riya aştiyê amade ne

  • 18:22 11 Tîrmeh 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB) piştî merasîma şewitandina çekan a PKK’ê wiha gotin, “Xalekî werçerxê ye ku dîrok ji nû ve tê nivîsandin.Em ji bo mezinkirina riya aştiyê amade ne.”
 
FEDA û DAKB’ê piştî merasîma şewitandina çekan a PKK’ê daxuyaniyekî nivîskî dan û gotin, “Di encama têkoşîna nîv sedsalî de bi merasîma ku ji aliyê Gerîlayên Azadiyê ve hatin lidarxistin, deriyê aştî, demokrasî û jiyana hevpar vebû.”
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Ev merasîm ne tenê sembolekî ye; ev kêlî xalekî werçerxê ye ku bergehê dîrokê tê guherandin û çarenûsa gelan ji nû ve tê nivîsandin. Çavê cîhanê li ser îro bû. Û em êdî dizanin; Çek bêdeng bûn û destpêkekî nû çêbû.”
 
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku têkoşîna nîv sedsalî êdî dixwaze di zemînekî demokratîk de jiyanî bibe û wiha got: “Ev geşedan ne tenê ji bo gelê Kurd; ji bo gelên bindest ku di vê cîhanê de tên cudakirin û tên tune hesibandin, nefes, hêvî û vejîneke ye.”
 
FEDA û DAKB’ê got, “Ev yek ji bo me Elewiyan wateyekî hê zêdetir e” û wiha dirêjî da, “Em Elewî ne temaşevanên pasîf ên aştiyê, lê rêya wê vedikin, hildigirin û mezin dikin. Ji ber ku em ne tenê şahidê vê pêvajoyê ne, lê di heman demê de hilgir, mexdûr, kirde û çareserkerên wê ne. Ji ber vê yekê em ê ji bo aştiyê bimeşin, ji bo vê berpirsyarî bigirin û têkoşînê bidomînin. Pêşiya vê veguherîna civakî negirin, rêzê li hemberî îradeya aştiyê ya gelan bigirin, ji ber ku aştî ji bo me hemûyan mifteya jiyana azad e.”
 
Daxuyanî bi gotina, “Eger aştî gotinek be, em amade ne ku wê veguherînin heqîqetê” bi dawî bû.