
Gumanbarê Sîbel Yalçın qetil kir hat binçavkirin
- 17:42 1 Tîrmeh 2025
- Rojane
AMED - Li navçeya Rezan a Amedê Sîbel Narîn ji aliyê Nurî Yalçın ve hat qetilkirin. Di bûyerê de zarokek jî birîndar bû. Gumanbar hat binçavkirin û cenazeya Sîbel Narîn wê Licê bê definkirin.
Li navçeya Rezan a Amedê jina bi navê Sîbel Yalçın ji aliyê xezurê xwe Nurî Yalçın ve bi çekê hat qetilkirin. Di bûyerê de zarokek jî birîndar bû. Gumanbar hat binçavkirin.
Ekîbên tenduristiyêyên çûn cihê bûyerê cenazeya Sîbel Yalçın ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî (ATK). Piştî kar û barên otopsiyê wê cenazeya Sîbel Narîn li gundê Azman a Licê bê definkirin.