Heyeta Ewropayê serdana rêxistina Stenbolê ya DEM Partiyê kir

  • 15:42 1 Tîrmeh 2025
  • Rojane
 
STENBOL -Heyeta navneteweyî ya ji 39 kesan, ku ji bo rakirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji Ewropayê hat Tirkiyeyê, serdanên xwe dewam dike.
 
Heyeta ku di çarçoveya kampanya 'Dixwazim serdana Abdullah Ocalan bikim' de ava bû, serdana Rêxistina Bajarê Stenbolê ya DEM Partiyê kir.
 
Heyeta ku rojnamevan, akademîsyen, parlamenter, hiqûqnas û sendîkavan jî di nav de ne, destpêkê serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kir û ji bo hevdîtinê bi Rêber Apo re bike daxwazname radestî parêzeran kir.
 
Hevseoka Bajarê Stenbolê ya DEM Partiyê Arîfe Çinar di dema serdanê de axivî û anî ziman ku banga di 27'ê Sibatê de ji aliyê Rêber Apo ve hate kirin, ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo demokrasiya tevahiya cîhanê ye.
 
Arîfe Çinar got, "Bangeke welê ye ku dikare zextan ji holê rake, jin hebûna xwe biparêzin û bibin hêman bingehîn. Lema gelekî hêja ye ku di asta navneteweyî de hûn tevlî vê bangê dibin û li gel me ne."
 
Arîfe Çinar işaret bi gerdûnîbûna têkoşîna jinan kir û got, dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' veguheriye sembola piştevaniya jinê.
 
Hevserokê Bajarê Stenbolê yê DEM Partiyê Çinar Altan jî anî ziman ku ew heyetê weke "Çêkera vê kêliya dîrokî" dibînin û spasiya îradeya piştevaniyê kir.
 
Heyet wê di dewama serdanên xwe de saet di 17:00 de bi Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan re hevdîtinê bike.