
MKG û DFG ji bo Zeynep Durgut daxuyanî da
- 18:29 28 Hezîran 2025
- Rojane
AMED - MKG û DFG, têkildarî rojnameger Zeynep Durgut ku gef lê hatibûn xwarin daxuyanî da û gotin: "Em li kêleka Zeynebê ne."
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgutê ku ji ber “Çeteya Fihûşê” ya li Şirnexê derxist holê malbata Kenan Tatar gef lê xwar, li ber avahiya DFG'ê daxuyanî da û bertekên xwe anîn ziman.
Seroka MKG'ê Roza Metîna di daxuyaniyê de wiha axifî: "Bi nûçeyên Zeynep Durgut em serbilind in. Em tu carî ji rastiyê paşve gav navêjin. Beriya Zeynep Durgut, Rabia Onver jî hat tehdîtkirin. Divê tecawizkar, kesên ku di polîtîkayên şerê taybet de madeyên hişber belav dikin û kesên ku exlaqê gel xera dikin werin darizandin. Ne rojnamevan."
Hevserokê DFG'ê Selman Çîçek jî wiha axifî: "Eger Zeynep nebûya, me ê bûyerên tecawiz û fuhuşê nebihîstiba. Ne Zeynep û ne jî yên ku di kevneşopiya Çapemeniya Azad de dixebitin, dê paşve gav neavêjin. Vê kevneşopiyê fêrî me kiriye ku 'divê rastî qet neyê tawîzdan'. Em careke din malbata Tatar hişyar dikin. Em li kêleka Zeynebê ne û em ê di her rewşê de ji ber vê gefê wê berpirsiyar bigirin. Em li kêleka Zeynepê ne û em ê ji bo azadiya çapemeniyê têkoşîna xwe bidomînin."