NÇM'ê cihekî nû vekir

  • 18:14 28 Hezîran 2025
  • Rojane
STENBOL- Di merasîma vekirina cihê nû yê NÇM'ê de ku ew ê di salvegera 35'emîn a xwe de lê bixebite, peyama "Em ê lêgerîna xwe ya rastiyê li ser şopa kesên ku ji bo civakek demokratîk li ber xwe dane û ji bo vê dozê canê xwe dane bidomînin. Huner bi lêgerîna rastiyê dest pê dike."
 
Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) merasîma vekirina cihê xwe yê nû li dar xist ku ew ê di salvegera 35'emîn a xwe de lê bixebite. 
 
NÇM, ku dê li cihekî li taxa Cîhangîr a navçeya Beyoğluyê bixebite, endamên bajar û navçeyên Stenbolê yên DEM Partiyê, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Dema Jinan û gelek hunermend beşdar bûn. 
 
Merasîma vekirinê ji hemwelatiyan û hem jî zarokan eleqeyek mezin kişand.