Encamnameya konferansa Platforma Yekitiya Jinên Kurd

  • 16:43 22 Hezîran 2025
  • Rojane
AMED - Platforma Yekitiya Jinên Kurd encamnameya 3’emîn konferansa xwe ya ku pêk anî aşkera kir.
 
Platforma Yekitiya Jinên Kurd  li Amedê bi dirûşmeya “Bi yekitiya jinên Kurd, ber bi yekitiya neteweyî ve” sêymîn konferansa xwe li Odeya Bazirganî û Sanayî ya Amedê (DTSO) pêk anî. Ji her alî jin tevli konferansê bûn.Flamayên  bi zimanê Kurdî, Tirkî , Sornaî û Dimilkî yên ‘jin jiyan azadî’, ‘Ciniyê cuye azadî’ hatin daliqandin.
 
Piştî axaftin û atolyeyan encamname aşkera kir.
 
Encamname konferansê wihaye:
 
“Me wek Palatforma Yekîtiya Jinên Kurd ya Bakur 3’mîn Konferansa xwe di 21-22 yê Hezîrana 2025 an de, bi şîara “ BI YEKÎTIYA JINÊ, BER BI YEKÎTIYA NETEWEYÎ VE” bi tevlîbûna 101 delegeyan li Amedê li dar xist.
 
Konferansa me ya 3’emîn bi armanca ku rol û mîsyona Jina Kurd a di warê avakirina yekîtiya neteweyî, parstina çand û zimanê Kurdî, parastina nirxên civakî û avakirina pêvajoya aştî û civaka demokratîk binirxîne û bi îradeyek hevpar nexşeriyeke têkoşînê diyar bike civiya.
 
Dîrok bi berxwedêriya jinê bi wate bûye; ax di destê wê de veguheriye hilberînê.  Jin;  a ku dengê xwezayê bihîstiye, jiyan bi hîsek bê dawî xwedî kiriye û her aştî parastiye ye. Ev heqîqeta ku di bîra berxwedanê ya  jinên kurd de veşartî ye, îro bûye çirûska riya azadiya mirovahiyê jî.
 
Têkiliya ku bi xwezayê re ava kiriye ne tenê ji bo domandina jiyanê ye;  di heman demê de bingeha wateyê,  bereketê,  çerxîbûn û hebûna kolektîf e.  Di vê gerdûna ku ax dayik e,  av jiyan e,  agir giyan e û  hewa gotin e de,  jin bûne zimanê hevpar,  dengê hevpar û  wijdanê hevpar yê hemûyan.  Ji ber vê sedemê, jin bûye hedefa yekem a zîhniyetên serdest û pergalên tehakûmê;  ji  ber hebûn û hêza wê ya birêxistinkirina jiyana azad de, bûye tirsa herî mezin a desthilatdariya nêr.  
 
Jina Kurd, di tevahiya dîrokê de hem li dijî kokonyalîzmê û hem jî li dijî desthilatdariya patrîyarkal têkoşiya ye;  bedena xwe, nasnameya xwe û xwezaya xwe parastiye û pêşengtiya rêwîtiya azadiya gelekî kiriye.
 
Ev konferans banga veguhêstina mîrateyeke qedîm a ji rabirduyê ber bi dahatuyê. Banga mezinkirina rola jinê ya di avakirina aştî û birêxistinkirina civakî de ye.
 
Ji ber ku em baş dizanin: heta jin azad nebin civak azad nabe, heta xweza neyê parastin jiyan ava nabe û aştî beyî jinê pêk nayê.
 
Di pêvajoyeke ku Rojhilata navîn ji nû ve tê dîzaynkirin û şer û pevçûnên li ser gel, ol û baweriyan  pêk tên de, lidarxistina vê konferansê hêviyên me jinan ên ji bo siberojê, mezintir dike. Desthilatdarên cîhan û herêmê,  çawa ku bi sedan sal e  li ser erdnîgariya herêmê û bi taybetî jî li ser Kurdistanê  ji bo berjewendiyên xwe,  bûne sedema qirkirina çand, ziman , nasname û baweriya gelan û her wiha talan û tunekirina xwezayê, polîtîkayên xwe îro jî didomînin.
 
Îro şerê herî germ, şerê di navbera  Îran û Îsraîlê yê ku îro Amerîka jî tevlî bûye, Tirkiye jî di nav de çavê hemû Cîhanê li ser vî şerî ye. Ev tabloya Rojhilata Navîn ku bi salan berê rêzdar Abdullah Ocalan bi pêşbîniyên xwe yên siyasî pênase kiribû û wek şerê 3. yê Cîhanê bi nav kiribû, eşkereye ku îro herî zêde Tirkiye jê bi fikar e.  Ew jî dizane ku ger dev ji zext û polîtîkayên  tunekirina gelan bernede û di çerçoveyek Demokratîk de maf û azadiyan  nas neke, dê ji rewşa şer xelas nebe û dor were wê.
 
Wek hemû Netew-dewletên ku ji bo parastina hebûna xwe li rêbazên cur be cur digerin, Dewleta Tirk jî, îro ji bo ku xwe ji vî şerê ku navenda wî Rojhilata Navîn e biparêz e, polîtîkayên xwe yên qirkirin û tunehesibandinê ku ev sed sale li ser Kurdan dimeşîn e, di asteke cuda de nîqaş dike û bi rêzdar Abdullah Ocalan re hevditinan dike.
 
Nexşeriya ku di serî de gelê Kurd û hemû gel û baweriyên cuda pê bibin xwedî mafê hevpar û wekhev yên jiyanî û nasnameyî, Nexşeriya ku rêzdar Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de bi navê “Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk” îlan kir e.
 
Erk û berpirsiyariya me Jinên kurd jî ew e ku em ji bo mîsogerkirina daxwaz û mafên gelê xwe, li vê bangê xwedî derkevin.
 
Em jin dizanin ku zîhniyeta partriyalkar li ser bingeha şer û tundiyê ava bûye û roj bi roj vê pergala xwe xurt dike û wê dide jiyîn. Têkoşîna ku heta niha jinan bi hêza xwe ya cewherî ya bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” li  hember zilm û zordariya vê pergalê dane, dikare komkujiya li ser gelan , şer û tundiya nava civakê jî rawestîn e û rê li ber aştiyê veke.. 
 
Biryarên derketin holê ev in:
 
1. Yekîtiya Jinên Kurd:  Pêdiviyên Wê Yên Dîrokî û Aktuel Biryarên Konferansa me
 
Têkoşîna jinên Kurd ya di warê neteweyî, çandî û civakî de encama mîrateya  berxwedaneke dîrokî û pêdiviyên siyasî yên heyî ye. Îro avakirina Yekîtiya Jinên Kurd jî ji tercîhekê wêdetir, berpirsiyariyeke dîrokî ye ku divê her jinek Kurd bi vê berpirsyariyê li hemberî her cure polîtîkayên înkar, qirkirin û bişaftin yên li ser gelê Kurd têbikoşe ye.  Konferansê biryar girt ku dê ev yekîtî li ser bigehek ku sînoran derbas bike, tecrûbeyên jinên Kurd yên li her çar aliyê Kurdistanê li hev bicivîn e, birêxistinkirina xwe xwirt bike, avabûyîna xwe ji nû ve binirxîne û ji bo avakirina Yekîtiya Neteweyî bibe hêza herî dînamîk û veguherîner.
 
2. Mîsyona Jinê Ya Di Parastin û Veguhestina Çanda Kurdî De
 
Jina Kurd ku hilgira çanda kurdî, hêza wê ya afirîner û veguhêzkar e di heman demê de xwedî berpirsiyariyeke dîrokî ya ku wê mîrateyê bigihîne nifşên nû ye jî.
 
Jin divê rola xwe ya kirdebûyîna afirîner û veguhêzkar a çandê bilîz e.
 
Ji dengbejiyê heta cil û bengên gelêrî, ji xwarinê heta folklorê her perçeyekî nasnameya kurdîtiyê bi keda jinê hatiye honandin.
 
Konferansa me biryar da ku em jin di warê hilberîna çandî de roleke mezintir bigirin û pergalên zanîna kevneşopiyên çandî û zayendperestî ji hêla jinan ve ji nû ve bên vejînin.
 
Herwiha ji bo hevgirtinek çandî û hunerî her sal bi awayekî rêk û pêk li aliyekî Kurdistanê festîvalên navneteweyî yên çandî û hunerê bên li darxistin.
 
3. Rola Jinê Ya di Parastin û Pêşxistina Zimanê Kurd de
 
Jiyîn  û pêşketina zimanê Kurdî bingeha nasnameya neteweyî ye.
 
Jin xwedî roleke navendî ya ku, ji veguhestina zimanê nava malbatê bigirin heta perwerdehiyê, ji wêjeyê bigirin heta hilberîna medyayê derdikeve pêş e.
 
Konferansa me biryar da ku di vê çerçoveyê de, Jin bi berpirsiyariya ku zimanê Kurdî ragihînin nifşên nû, her jinek bibe kirdeya înîsîyatîfên herêmî yên zimanê Kurdî, wan di nava torekê de bîcivîne, têkoşîna zimanî berfireh bike, li hemberî nêzîkatî û hişmendiya ku “zîmanê kurdî zimanekî kêm e, ne zimanê zanistê ye” têbikoşe  û bibe parêzvana herî xwirt ya doza daxwaza perxwerdehiya bi zimanê dayîkê û Mîsogerkirina zimanê Kurdî. Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehîyê û ji gelê kurd re statû.
 
4. Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê û Polîtîkayên qirkirinê
 
Tundiya piralî ya li ser jinên Kurd, ne tenê li ser bingeha zayendî ye; di heman demê de xwedî aliyek neteweyî, çînî û siyasî ye jî. Polîtîkayên ewlekariyê yên dewletê, mîlîtarîzm, xizanî, koçberiya bi darê zorê û bişaftina çandî, beden û jiyana jinên Kurd dorpêç kirin e. Konferansa me biryar da ku hişmendiya xweparastinê di asta herêmî û neteweyî de li dijî van êrîşên piralî bilind bike, torên hevgirtina jinan xurt bike û xetek têkoşînê ya hevpar ava bike. Ne tenê têkoşînek zagonî, di heman demê de têkoşînek civakî ya birêxistinkirî dikare li dijî tundiyê bibe bingehek xwirt.
 
5. Mîsyona Jinê Ya Di Avarina Aştî û Civaka Demokratîk de
 
Jinên ku di rewşên şer de berdêlên herî giran ew didin, di heman demê de damezrînerên aştî û jiyana demokratîk in jî. Em jinên Kurd, dibêjin ku divê li gel bêdengkirina çekan, pêvajoya aştiyeke bi rûmen û mayînde ku edalet tê de were sazkirin û maf li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev werin mîsogerkirin jî, destpê bike.
 
Konferansa me diyar kir ku yek ji armanca herî sereke ew e ku ev platform di pêvajoya avakirina civakeke demokratîk a ku li ser bingeha perspektîfa rêdar Abdullah Ocalan ya Demokratîk, Ekolojîk û azadiya jinê roleke çalak bigire û hevgirtina jinan a herêmî, neteweyî û navneteweyî di vî warî de zêde bike.
 
Encam û biryardayîna me
 
3.Konferansa me ya Platforma Yekîtiya Jinên Kurd bi hevberkirina bîra jina Kurd ya kolektîf, tecrûbeyên xwe yên têkoşînê û hêviya xwe ya siberojê serdemek nû îlan dike. Yekîtiya neteweyî, têkoşîna çand û zimên, parastina jiyana azad û pêşengtiya jinan a di avakirina aştiyê de hîmên bingehîn yên vê serdemê ne.
 
Ew hêz û tecrûbeya têkoşîna jina Kurd ku pê gihîştiye vê astê, dikare di  avakirina civakeke demokratîk de jî roleke sereke bilîz e.   
 
Bi jina azad,  civaka azad
 
Bi çand û zimanê azad, nasnameya azad mîsoger dibe.
 
Bijî yekîtîya jinên Kurd!
 
Bijî têkoşîna hevpar a jinên Kurd!
 
Jin, jiyan, azadî!”