
Devlet Çiftçî: Bila hêsirên tu dayikan neyên xwarê
- 09:03 12 Hezîran 2025
- Rojane
Neslîhan Kardaş
WAN - Devlet Çiftçî, dayika endama HPG'ê Cemîle Çiftçî, ku di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, got, "Em dixwazin aştî pêk were. Em dixwazin bi zimanê xwe biaxivin. Em naxwazin êdî dayik hêsiran bibarînin."
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de banga "Aştî û Civaka Demokratîk" kir. Ev bang di heman demê de mizgîniya pêvajoyek nû bû. Piştî bangê, PKK'ê di 5-7'ê Gulanê de kongreya xwe ya 12'emîn li dar xist û di 12'ê Gulanê de ragihand ku wan biryar dane ku di encama kongreyê de "xebata xwe bi dawî bikin". Banga "Aştî û Civaka Demokratîk" û biryara PKK'ê bandorek mezin li ser beşên mezin ên civakê kir. Ji dema ku bang hat kirin ve, piştgirên herî mezin ên pêvajoyê ew kes in ku zarok û hezkiriyên xwe di şer de winda kirine.
Malbata endama HPG'ê Cemîle Çiftçî (Amara Rojbîn) ku di pevçûna sala 2021'ê de li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê jiyana xwe ji dest da, piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoyê anî ziman û daxwazên xwe yên ji bo aştiyê anîn ziman.
'Wê dixwest bibe parêzer'
Dayika Cemile Çiftçi, Devlet Çiftçi, got ku keça wê her tim pir jîr û zana bû û got, "Dema ku ew li dibistanê bû, wê dixwest bibe parêzer. Lêbelê, berî ku dibistana navîn biqedîne, tevlî PKK'ê bû. Ew pir jîr û rêzdar bû. Ew di nav çar zarokên min de zaroka herî zîrek bû. Wê her tim li malê gelek alîkariya min dikir."
'Amara wê rojê ji malê derket û careke din venegeriya'
Devlet Çiftçi diyar kir ku keça wê her tim dixwest piştî mezin bibe tevlî PKK'ê bibe û got, "Ew roja înê ji malê derket û çû. Berî ku biçe, wê ji me re firavîn çêkir û got ku ew ê biçe tirşiyê. Baran nû rawestiyabû. Amara pêlavên nû yên werzîşê li xwe kiribûn. Min jê re got ku pêlavên xwe yên nû li xwe neke, lê wê got ku ew ê tavilê vegere. Amara wê rojê ji malê derket û careke din venegeriya."
'Ez ê ji bo tiştê ku bi bavê min hatiye kirin biçim'
Devlet Çiftçi, da zanîn keça wê berî çûyînê nameyek hiştiye û got, "Bavê Amara berê ketibû girtîgehê û gelek îşkence lê hatibû kirin. Tiştê ku bavê wê kişandiye her tim di dilê wê de bû. Wê gotibû, 'Ez ê ji bo tiştê ku bi bavê min hatiye kirin biçim'. Min nameya wê hefteyek piştî çûyîna wê dît. Wê name nivîsandibû û di bin televîzyonê de hiştibû. 'Bavê min û hevalên bavê min îşkence lê hatiye kirin û ez ê biçim tola wan hilînim' wê di nameya xwe de wiha gotibû. Her gava ku bavê wê ji wê re qala tiştên ku wî jiyaye, dikir, her tim kînek di dilê wê de çêdibû."
'Me ew bi 10-15 kesan veşart'
Devlet Çiftçî diyar kir ku keça wê pir zana û kedkar bû û got, "Ew kesek bû ku xwe pêşxistibû. Roja ku ew tevlî PKK' bû roja înê bû. Ew jî roja înê bû ku me xebera şehadeta wê wergirt. Ew jî roja înê bû ku destûr hat dayîn ku em cenazeyê wê werbigirin. Dema ku me cenazeyê Amara werdigirt, ew her gav ji Şirnexê li pişt min dihatin vir. Ji Şirnexê, em hatin Eruhê, ji wir hatin Sêrt, dû re jî hatin Bedlîs, Tetwan û Wanê. Wan di merasîma cenaze de ji bo me pir zehmetî derxistin. Wan heta nehişt ku malbat were ser gora wê. Me ew tenê bi 10-15 kesan veşart."
'Hêsirên me rijiyan, bila hêsirên dayikên din nerijin'
Devlet Çiftçi di dawiyê de got; "Divê êdî dilê tu dayikê neşewite, bila hêsirên din nerijin. Em dixwazin aştî were. Em dixwazin bi zimanê xwe biaxivin. Em naxwazin êdî hêsirên tu dayikê birijin. Ez hêvî dikim ku aştî di zûtirîn demê de were. Hêsirên me rijiyan, bila hêsirên dayikên din nerijin. Em yekîtî û aştiyê dixwazin."