
Şaredariyek Îtalyayê hemwelatîbûna rûmetê da Werîşe Muradî
- 14:37 27 Gulan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredariya bajarê Poggibonsi yê Îtalyayê bi piraniya dengên encûmena şaredariyê hemwelatîbûna rûmetê pêşkêşî girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî ku li girtîgeha Evîn ya Îranê de cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, kir.
Seroka Şaredariya bajarê Poggibonsi yê Îtalyayê Sozana Cana li ser hesabê xwe yê X’ê ragihand, bi piraniya dengên encûmena şaredariyê wana hemwelatîbûna rûmetê pêşkêşî girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî kirine.
Di peyamê de hatiye diyarkirin ku Werîşe Muradî di girtîgeha Evîn ya Îranê de girtiye, metirsiya darvekirinê li ser jiyana wê heye û ew li ser mijarê lêkolîn dikin.
Di 17ê Hezîrana 2024’an de, Werîşe Muradî ji aliyê Şaxa 15’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve, bi biryara Dadwer Ebulqasim Selewatî ve bi tometa “endama rêxistinê” hat tometbarkirin û di 10’ê Mijdara 2024’an de cezayê darvekirinê lê hate birîn.