Hevseroka SGDF’ê Berfîn Polat tehliye bû

  • 13:13 27 Gulan 2025
  • Rojane
 
STENBOL - Di danişîna ewil a doza Hevseroka SGDF’ê Berfîn Polatê de biryara tehliyeyê hate dayin. 
 
Danişîna ewil a doza Hevseroka Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Berfîn Polatê ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Berfîn Polat ku ji 24’ê Çileyê heta niha li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Kandariyê tê ragirtin, tev li danişînê bû. Parêzer û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên ciwanan jî tev li bûn. 
 
Berfîn Polatê di parastina xwe de got ku weke ciwanên sosyalîst ji bo jiyaneke wekhev, adilane û azad û ji bo mafên xwe têdikoşin. Berfîn Polatê got ku danişînên tev li bûye weke sûc hatine nîşandan û got ku ji ber xebatên xwe yên siyasî tê darizandin. Berfîn Polatê diyar kir ku SGDF komeleyeke qanûnî ye û tevlibûna lijneya wê ya giştî sûc nîne. 
 
Parêzer Şukru Alpsoy jî diyar kir ku ESP, SGDF, Rojnameya Atilimê, xebatên qanûnî û hwd. tevek weke sûc hatine nîşandan. Alpsoy, da zanîn ku wêneyê dema miwekîla wî govendê digerîne û di Rojnameya Atilimê de hatiye weşandin weke “delîla sûc” hatiye nîşandan û got; “Wêneyê gerandina govendê çawa dibe sûc?” 
 
Dozger xwest rewşa girtî ya Berfîn Polatê bidome. 
 
Şandeya dadgehê biryara tehliyeyê da û danişîn taloqî 30’ê Îlonê kir.