Xwebûn bi manşeta ‘Wayûbiryîya huqûqî’derket

  • 13:07 26 Gulan 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûne di hejmara xwe ya 284emîn de bi manşeta “Wayûbiryîya huqûqî” derket. 
 
Rojnameya Xwebûne di hejmara xwe ya 284'emîn de bi manşeta “Wayûbiryîya huqûqî” gihişt ber destê xwînerên xwe. Rojnameyê, di vê hejmara xwe de balê dikişîne ser hiqûqa xweşik û biratiyê ya ku pêwîst e di vê pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin bi hiqûqî misoger bibe. Dîsa rojname, bi nûçeyên xwe yên taybet û analîzên xwe yên girîn geşedananên li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Cîhanê radixe ber çavan û pêşkêşî xwînerên xwe dike.
 
Hevpeyvîna vê hefteyê ya rojnameyê ji aliyê Rohat Bulut ve bi Hevserokê DAD'ê Pîr Zeynel Kete re hatiye çêkirin. Pîr Zeynel Kete, banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan,  bendewariyê civaka Elewî, piştgirî û pêşniyarê Elewiya ên ji bo pêvajoyê her wiha polîtîkyên dewletê yên li ser gelê Kurd û civaka Elewî dinirxîn e. Pîr Zeynel Kete diyar dike ku ew kuştina tu mirov û zindîwarî rewa nabînin, napejirînin û dibêje; “Gelê Kurd û Tirk gelek êş kişandine. Wekî civaka Elewî em dixwazin ev xwîn raweste û her kes bi çand, ziman, nasname û baweriya xwe azad bijîn.”
 
Herwiha di hejmara vê hefteyê de nivîskar Lîlav Elî, Rolyana Ehmed, Nalîn Aslan, Mehmet Alî Ertaş, Hogir Berbir, Aslan Ozdemîr, Dildarê Amedê, Serdar Altan, Hesen Huseyîn Denîz, Medenî Ferho, Siyamed Sîpan, Kurdistan Lezgiyeva, Kadîr Kiliç, Ahmet Aktaş, Memoste Silêman, Ehmedê Bira, Rohat Bulut, Nezîr Ocek û Cemîle Turhalli bi nivîsên xwe di rojnameyê de cih girtin.