Bi hezaran kes ji bo Pexşan Ezîzî îmze avêtin

  • 13:14 7 Gulan 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Zêdetirî 5 hezar kesan bi daxuyaniyek hevbeş daxwaza hilweşandina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezî kirin û îmze avêtin. Her wiha daxwaz ji çalakvan û azadîxwazan kirin ku tevlî kampanya îmzeyan bibin û jiyana Pexşan Ezîzî rizgar bikin.
 
5 Hezar 625 kesên ku ji hemû beşên civakê yên Rojhilatê Kurdistan û dervey welat pêktên, bi daxuyaniyek hevpar daxwaza hilweşandina cezayê darvekirinê yê girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî ya di girtîgeha Evîn de ye, kirin.
 
Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Em daxwaza hilweşandina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî dikin ku metirsiya bicihanîna cezayê li ser heye. Em daxwaz ji çalakvan û azadîxwazan jî dikin li dijî cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî tevlî kampanyê bibin û jiyana wê rizgar bikin.”
 
Kesên bixwazin tevlî kampanyê bibin dikarin bi rêya vê lînkê îmze bidin;
 
Rojnamevan û aktîvîsta Kurd Pexşan Ezîzî di 4’ê Tebaxa 2023’yan de li Tehranê hate binçavkirin. Di 11’ê Kanûna 2023’yan de jî bi îdiaya “Li dijî hikûmeta Îranê xebatên çekdarî kiriye” hate girtin. Dadgeha Şoreşê ya Tehranê jî di 23’yê Tîrmeha 2024’an de bi heman îdiayê cezayê darvekirinê li Pexşan Ezîzî birî. Konseya Darazê ya Bilind a Îranê jî di 8’ê Çileya 2025’an de cezayê darvekirinê erê kir.