Dayikên Aştiyê serdana şîna Sirri Sureyya Onder kirin

  • 14:56 5 Gulan 2025
  • Rojane
 
           
STENBOL - Dayikên Aştiyê serdana şîna ku ji bo endamê Şandeya DEM Partî yê Îmraliyê Sirri Sureyya Onder hatibû danîn kirin.
 
Ji bo endamê Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder ku piştî 18 rojên nexweşxaneyê di 3'yê Gulanê de jiyana xwe ji dest da li Navenda Nîşandanê ya Cemal Reşit Rey şîn hat danîn. Malbata Sirri Sureyya Onder, Hevserokên Giştî yên DEM Partî Tuncer Bakirhan, Tulay Hatîmogullari, hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Keskîn Bayindir, endama Şandeya DEM Partî ya Îmraliyê Pervîn Buldan, siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk û parlamenterên DEM Partî serdan qebûl kirin. Li cihê şîn hatiye danîn wêneyê Sirri Sureyya Onder hatin daliqandin û find hatin pêxistin. Lenûskek jî hatiye danîn û kesên serdana şînê dikin hestên xwe di wê lenûskê de dinivisîn. Her wiha rêxistinên DEM Partî yên Stenbol û navçeyên wê jî di şînê de amade bûn.
 
Serokê Giştî yê Partiya DEVA Alî Babacan yek jî yên ewilî hatin şînê bû. Komeleyên Elewiyan, endam û nûnerên partiyên siyasî, hunermend, Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin û gelek kesan serdana şînê kirin. Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê jî serdana şînê kirin. Di şînê de ji bo Sirri Sureyya Onder dua tên xwendin. Serdana şînê wê heta seat 17.00an berdewam bike.