Nivîskar Fatma Îzol: Ji bo silavên Îmraliyê ez spasdar im

  • 09:03 18 Nîsan 2025
  • Rojane
Derya Ren
 
RIHA-Nivîskara pirtûka ‘Ji Xwedavendiyê ber bi Xwedê Kurd’ Fatma Îzol diyar kir ku ew paradîma azadiya demokratîk, ekolojîk û jinê esas digire û got di hevdîtina beriya cejnê ya Îmraliyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji wê re peyam şandiye û got: “Ez ji bo slavên ji Îmraliyê hatine spasdar im.
 
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji 15’ê Sibata 1999’an de li Îmraliyê di bin şertên tecrîda giran de tê girtin bi paradîgma azadiya ekolojîk, demokratîk û jinê jiyanek nû misoger dike. Bi paradîgma hatiye avakirin dîroka jinê ji nû ve tê nivîsin. pirtûka ‘Ji Xwedavendiyê ber bi Xwedê Kurd’ Fatma Îzol ku rola dîroka jinê tê destgirtin ji weşanên Aramê derket. Fatma Îzol Da zanîn ku ew paradîgma Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan esas digire û xebatên jinê dimeşîn û got di hevdîtina 31’ê Adarê ya Îmraliyê ku Mehmet Ocalan û Omer Ocalan kiriye, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji wê re silav şandiye.
 
Lêkolîna dîroka jinê
 
Fatma Îzol pêvajoya ku di têkoşîna jinê de cih girtiye vegot û wiha naî ziman: “Ez 2012’an de ji doza KCK’ê hatim girtin. Pêvajoya girtîgehê wek perwerdehiya zanîngehê pênase dikim. Min pirtûkên birêz Ocalan xwendin û min dît ku nirxê dide jinan.Dema min xebatên xwe dimeşand min dît ku xebatên derbarê jinê de kêmin. Der barê vê de ez ji alî  xwe de fikirîm. Min xebatên xwe xwest ku bi Birêz Ocalan re parve bikim. Min name nivîsî. Nivîsên min ji aliyê Birêz Ocalan ve erênî hatin dîtin û silav ji min re dişand. Ev xebatên min bi nirx didît.”
 
Silava Rêberê Gelê Kurd
 
Fatma Îzol wiha dirêjî dayê: “Dema ku min xebatên xwe meşand min ji gelek çavkaniyan fêde girt. Ji Kurana Kerîm heta Încîlê, ji Tevratê heta Avestayê min fêde girt. Min pirtûkên siyasî xwend. Min ji nirxandinên Birêz Ocalan sûd  girt. Agahiyên gelek girîn gyên der barê jinan de ku pêşiya jinan vekiriye hebûn.Pirtûka min gihiştiye Birêz Ocalan û di hevdîtina dawî ya malbatê de silav şandiye. Ez ji ber silava wî spasdarim.”