
‘Berxwedan ji bo azadiya serokatiyê ye’
- 09:03 14 Nîsan 2025
- Rojane
ÎZMÎR - Dayika Aştiyê Medîne Kaymaz diyar kir ku berxwedan ji bo azadiya Abdullah Ocalan e û çûyîna Amarayê hem ji bo ciwanan hem ji bo dewletê peyam e.
Bi wesîleya 76’emîn Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji her derê Tirkiyeyê bi hezaran welatî herikîn gundê Amarayê yê Xelfetiya Rihayê. Tevî astengiya polîsan welatiyan hewl dan bigihêjin Amarayê û tevî zextan şûnde gav navêtin.
Dayika Aştiyê Medîne Kaymaz a ji Îzmîrê çû Rihayê, da zanîn ku Abdullah Ocalan jin bi hişmendiya azadiyê aniye gel hev û got heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan wê di her rojbûna wî de biçin Amarayê.
‘Jin gihiştin hişmendiya azadiyê’
Medîne Kaymaz daxuyakirin ku hebûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di serî de ji bo jinên Kurd girîng e û wiha domand: “Bi saya Abdullah Ocalan jin gihiştine hişmendiya azadiyê. Berê em ji mêran ditirsiyan. Niha em bi zarokên xwe re rûdinin, diaxivin. Em behsa dayiktî, jinan dikin. Serokatiyê ev fêrî me kir.”
‘Ez ji bo zarok û ciwanan çûm Amarayê’
Medîne Kaymaz wiha dirêjî dayê: “Serokatiya me ji bo gelê Kurd her tişt kir. Me Kurdbûna xwe nizanibû. Wî ji bo me li berxwe da. Em rojbûna wî hezar carî pîroz dikin. Niha hevdîtin tên kirin. Abdullah Ocalan ji bo aştiyê her tim têkoşîn da. Lê gotin û pratîkên dewletê hev nagirin. Rojnameger tên girtin, qeyûm tên tayînikrin. Bi devê xwe dibêjin aştî lê tiştekî nakin. Aştî ne bi zextan bi azadiyê pêkan e. Azadiya Abdullah Ocalan jî bi berxwedana gel pêkan e. Divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê. Kurd li berxwe bidin wê Abdullah Ocalan azad bibe.”
‘Ez ê her tim biçim Amarayê’
Medîne Kaymaz wiha dawî lê anî: “Ez 80 salî me. Çi ji destê min bê ez ê bikim. Ez ê biçim Amarayê. Em mafdar in. Em ê aştiyê bînin. Kes nikare me ji riya me bike. Em ê heta dawî li berxwe bidin. Ez ê her sal biçim Amarayê û wê ev berxwedan bidome.”