
Wan ji bo Newroza sibê amade ye
- 19:05 18 Adar 2025
- Rojane
WAN - Li Wanê hemû amadekariyên Newroza ku wê sibê bi tevlibûna sedhezaran kesî bê pîrozkirin, temam bûn.
Li Wanê hemû amadekariyên Newroza ku wê sibê bi tevlibûna sedhezaran kesî bê pîrozkirin, temam bûn.Li qada Newrozê ku ligel Keleha Wanê ye, pergala deng hat avakirin û qad bi filamayên rengîn hatin xemilandin. Navn de parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar, hevserokên DEM Partî û DBP’ê yên navendî jî hene gelek partiyî çûn qadê lêkolîn kirin.
Hevseroka DEM Partî ya Wanê Gulşen Kurd li wir axivî û got: “Em niha pêvajoyek girîng de derbas dibin. Banga Birêz Abdullah Ocalan dîrokiye. Îsal wê Newroz jî dîrokî be. Em hemû gelê Wanê dipên qada Newrozê.”
Her wiha siyasetmedaran nava rojê de li kolanan belavok belavkirin û banga tevlibûna Newrozê li gel kir.