
'Wê Newroza îsal bibe Newroza serkeftinê'
- 09:42 19 Adar 2025
- Rojane
Mîdye Miqted
HELEB - Jinên li Helebê yên amadekariya Newrozê bi coşeke mezin dikin diyar kirin ku ew bi amadekariyên xwe re di heman demê de çanda kurdî jî diparêzin û wiha gotin:"Ji bo pîrozkirina Newrozê ev demeke em amadekariya wê dikin. Wê Newroza îsal bibe Newroza serkeftinê. Îro jî dema ez van cilan didirûm ez gelek kêfxweş dibin ji ber ez çanda kurdî diparêzim. Hêviya min ew e ku hemû kes cil û bergên Kurdî li xwe bikin."
Li bajarê Helebê di warê çandî û hunerî de amadekariya cejna Newrozê tê kirin. Îsal bi coş û heyacanek mezin bi peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve girêdayî wê Newroz bi rengekî cuda bê pîrozkirin. Endama Çand û Hunera Cemîl Horo ya bajarê Helebê Fatmê Ebdo her wiha dirûnkar Wehîde Mihemed jî têkildarî amadekariyên Newrozê nêrînên xwe anîn ziman û wiha gotin:"Ev demeke ku em amadekariya Newrozê bi coş dikin. Em ê Newroza îsal bikin Newroza azadî û serkeftinê."
'Bi coş amadekariya Newrozê tê kirin'
Endama Çand û Hunerê ya Cemîl Horo ya bajarê Helebê Fatme Ebdo da zanîn ew jî amadekariyên xwe yên Newrozê dikin û wiha pê de çû:"Ev demeke ji bo pêşwazî û pîrozkirina Newrozê em amadekariya xwe di milê stran, govend û helbestê de dikin. Me gelek amadekariyên xwe kirine. Amadekariya me ji bo Newrozê bi coşek mezin dewam dike. Newroza îsal wê bibe Newroza rizgariya Rêber Abdullah Ocalan. Em ê bi germahiya dilê xwe Newrozê pîroz bikin ji ber bi peyama Rêbertî wê ev Newroz bibe Newroza azadî û aştiyê."
'Ez çanda kurdî diparêzim'
Di heman demê de dirûnkar Wehîde Mihemed jî têkildarî dirûtina cil û bergên Kurdî ku ew jî beşa sereke ya amadekariyê ye û wiha got:"Ji bo pîrozkirina Newrozê ev demeke em amadekariya wê dikin. Helbet wê Newroz îsal bibe Newroza serkeftinê. Di roja me ya îro de gelek jinên ciwan berê xwe didin gel me da ku di şahiya Newrozê de cil û bergên Kurdî li xwe bikin. Îro jî dema ez van cilan didirûm ez gelek kêfxweş dibin ji ber ez çanda kurdî diparêzim. Hêviya min ew e ku hemû kes cil û bergên Kurdî li xwe bikin."
'Ev Newroz wê bibe Newroza rizgariyê'
Di dawiya axaftina xwe de Wehîde Mihemed hêviyên xwe yên di Newroza îsal de wiha vegot:"Em bi hêvî ne Newroza îsal bibe Newroza azadî û aştiyê, Newroza vegera bi rûmet a li ser axa xwe û dîtina Rêbertî ya di nava me de. Ev Newroz wê bibe Newroza rizgariyê."