
Çalakiya ‘Sendroma Downê ne nexweşiyek e!’
- 09:43 19 Adar 2025
- Rojane
AMED - Şaredariya Peyasê bi boneya 21’ê Adarê Roja Bihîstyariya ji bo Sendroma Downê ya Cîhanî çalakiyên cûrbecûr li dar xist.
Di çarçoveya 21’ê Adarê Roja Bihîstyariya ji bo Sendroma Downê ya Cîhanî de bi beşdariya Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan, Alîkarên Hevşaredaran li Navenda Jiyana Bêasteng a Mûsa Anterê bi xwendekarên Sendroma Downê re kom bûn. Di kombûnê de ji bo kesên bi sendroma Downê bihîstyarî hate kirin, çalakiyên boyaxkirinê, çêkirina kûrabiyeyan û li Sûka Keda Jinê ya Şaredariyê çalakiya danûstendinê li dar xistin.
Derbarê 21’ê Adarê Roja Bihîstyariya Ji Bo Sendroma Downê Ya Cîhanî hevşaredarên Peyasê Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar daxuyaniyek dan û wiha gotin: “Sendroma Down ne nexweşiyek e ku divê were dermankirin, tenê cûdahiyek genetîkî ye. Ji ber vê 21’ê Adarê Roja Hişyariya Sendroma Downê ya Cîhanî girîng e ku ji her kesî re were ragihandin ku sendroma Downê ne nexweşiyek e, cûdabûnek e û ev cûdabûnî jî normal e. Berpirsiyariya mirovahiyê ev e ku di derbarê Sendroma Downê de bi çalakiyên hişyarkirin û agahdarkirinê piştgirî bidin van zarokên me. Em wek şaredariya Peyasê bi vê nêrînê tev digerin û ji bo zarokên Sendroma Downê ku hîn di temenê zarokatî de ne, piştgiriyê didin û çi pêwîstî bikeve ser milê şaredariyê dê bikin.”
'Bi zarokan re çalakiyên cûrbecûr'
Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sincar û Cengîz Dundar bi şîara “dinya bi cihêtiyan xweş e” çalakiyên boyaxkirin, çêkirina kûrabiyeyan û li Sûka Keda Jinê ya Şaredariyê çalakiya danûstendinê li dar xistin û tevahiya rojê bi xwendekarên Sendroma Downê kêliyên tijî aram û hemwate jiyan kirin.