
Li Mexmûrê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin
- 18:20 18 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Cejna Newrozê bi şahiyekî mezin hate pîrozkirin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Cejna Newrozê bi şahiyekî mezin hate pîrozkirin. Pîrozbahî li Navenda Çand û Huner a Mexmûrê (NÇHM) bi hatina gel, xwendevanan re û bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Piştî rêzgirtinê li ser wate û girîngiya rojê Hevserokê Meclisa Gel Ehmed Şehbaz axaftina vekirinê kir û got: “Em di wê hêviyê de ne ku ev cejin bibe cejna aştî û azadiyê. Ev roj li dijî dîktatoran ronîkirina gelan e. Bi agirê Newrozê re perdeya reş li ser gelan rabû. Çiruska agirê Newrozê tarîtî ronîkir. Girtiyên azadiyê bi çend şikateyan agirê Newrozê geş kirine. Em minetdarê wanin. Em vê Newrozê li Rêber Apo û tevahî gelan pîrozdikin. Wê ev Newroz bibe roja aştî û aramiya gelan. Wê bibe Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”
Piştî axaftinê, koma şanoyê hat ser dikê û şanoya xwe pêşkêşkirin.Di pey de koma govendê ya bi navê Govenda Azadiyê jî hate ser dikê û govenda xwe kirin.
Piştî wê koma muzîkê ya Qereçox û koma muzîkê ya Navenda Çand û Huner a Mexmûrê bi hev re hatin ser dikê û bi muzîkên xwe gel mest kirin.Herî dawî şahî bi gerandina govenda azadiyê, bi dawî bû.