
'Elewî yek ji civakên ku herî zêde pêwîstiya wan bi aştiyê heye'
- 09:05 15 Adar 2025
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
STENBOL - Hevseroka DAD’ê Kadriye Dogan der barê komkujiya li hember elewiyan a li Sûriyeyê û peyaman ku Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî û Serokomarê demkî yê Hikûmeta Sûriyeyî Ehmet Eş-Şara îmze kiriye de axivî û got: “Mîrateya dîktatoriyê li baweriyekê barkirin neheqiye. Ez lihevkirinê erênî dibînim. Peyman wek erêkirina komkujiya elewiyan şîrovekirin ne raste.”
Heyet Tahîr El Şam (HTŞ), bi komên piştgiriya Tirkiyeyê li Lazkiye û Tartusê li hember sivîlan komkujî pêk anîn. Rêxistina Şopnadina Mafê Mirovan a Sûriyeyê got di vê pêvajoyê de hezar û 300 kes hatine qetilkirin û ji van 800 heb sivîlin. Di bin siya van geşedanan de fermandarê giştî yê Hêza Demokratîk a Sûriyeyê (QSD) Mazlum Ebdî û Serokomarê demkî yê Hikûmeta Sûriyeyî Ehmet Eş-Şara peymana ji 8 xalî pêk dihat ku mafên etnîk û olan diparêze îmze kirin. Hevseroka Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Kadiye Dogan der barê mijarê de axivî.
Kadiye Dogan der barê armanca komkujiya Elewiyan de axivî û got: “Dixwazin li Sûriyeyê li herêmên Tartus, Laskiye, Hamavmus Elewiyan derxin û li wan herêman bicih bibin. DAIŞ û SMO dixwazin li wan herêman bicih bibin. Elewiyan wek bermahiyên rejîma Esad dibînin û dixwazin komkujiyê rewa bikin. Elewiyan bi têkiliya dîkatoriyê nirxandin şaşe. Divê ev neyê qebûlkirin û bê teşhîrkirin.”
‘Peyman erêniye’
Kadriye Dogan der barê mutabakata navbera QSD û lîderê HTŞ’ê Ahmet El Şara de hatiye îmzekirin axivî û got ev mutabakat ji bo fêdeya hemû civakê ye û got: “Peymana hatiye îmzekirin hewcedariya gelan wê bîne cih. Rêveberiya demokratîk ku mafê jiyana azad û resen dide hemû bawerî û nasnameyan û peymanek ku komkujiyan rawestîne û banga agirbestê bike. Di vê serdemê de ku komkujiyên Elewiyan giran in, di warê bêdengkirina çekan de peymana aştiyê pir erênî dibînim. Tê gotin ku 'Dema komkujiya Elewiyan hebû, beriya ku xwîn zuwa bibe lihevkirinek hat çêkirin', lê dema ku xwîn zuwa bû, belkî bûya berdêla xwîn û jiyana gelek kesan. Li gorî min bêdengiya çekan û ragihandina agirbestê hem ji bo Elewiyan û hem jî ji bo tevahiya civakê tiştekî baş bû. Bingehên mafên destûrî ji aliyê dewletê ve ji bo parastina mafên Gelê Kurd ê ku ev demeke dirêj têkoşiyaye, ji bo parastina mafên elewiyan, ji bo parastina Gelê Durzî û ji bo parastina gelên mesîhî yên li wê derê hatiye danîn."
Kadriye Dogan bertek nîşanê qetilkirina elewiyan ku wek bermahiya rejîmê hat dîtin, da û got: “Mîrateya dîktatoriyê li baweriyekê barkirin neheqiye. Dibêjin ‘xwîn ranewestiyaye li hev dikin’. Lê dema dibêjin xwîn raweste, belkî zêdetir bibûya sedema can û mal. Ez lihevkirinê erênî dibînim. Peyman wek erêkirina komkujiya elewiyan şîrovekirin ne raste.”
Kadiye Dogan balkişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘aştî û civaka demokratîk’ û da zanîn ku bang ji bo elewiyan jî gelek girîng e.