
'Aştiya civakî hewcedariya serekeye'
- 09:02 15 Adar 2025
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL - Jinên femînîst yên ji "Înisiyatîfa jin aştiyê diaxivin" diyar kirin ku aştî her tim di rojeva jinan de bûye û gotin aştiya civakî hewcedariya serekeye û wê ji bo aştiyê têbikoşin.
Di 22-23’yê Sibatê de li Stenbolê komxebata "Jin aştiyê diaxivin" pêk hat û piştî vê "Înîsiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min Bi Aştiyê Heye" hat avakirin. Piştî komxebatê encamname hat parvekirin û hat diyarkirin ku wê ji bo aştiyê têkoşîn bê dayîn berpirsyarî bê girtin.
Ji "Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min Bi Aştiyê Heye" Roza Kahya û Zeynep Demîrkol der barê xeta têkoşînê de axivîn.
Roza Kahya diyar kir ku di komxebatê de ji 100’î zêdetir jin hatine gel hev û rojeva wan ya serkee aştiya civakî bûye. Roza Kahya got: “Ji Wan, Colemêrg, Êlihê femînîst hatin komxebatê. Em li ser girtina komeleyên jinan, rawestandina xebatên jinan yên ji aliyên qeyûman ve pêk hatin sekinîn. Me wek tevgera jinên Kurd û femînîst hewcedarî dît ku em bên gel hev. Ji ber aştî her tim hewcedariya me ya sereke ye. Ji ber vê em hatin gel hev.”
‘Hedefa me avakirina zemîneke pratîk e’
Roza Kahya destnîşan kir ku di komxebatê de gelek sernavên wekê "Aboriya şer, keda jinê, polîtîkayên xizaniyê têkoşîna jinê ya ji bo aştiyê, çi hewcedarî bi têkoşînê ye, jinên çima aştiyê dixwazin?" girtine dest û wiha vegot: “Yên herî zêde ji şer bandor dibin jin û zarokin. Em li texa şovenîzm û mîlîtarîzmê ya Tirkiyeyê binêrin, dijminahiya li hember Kurdan mijara gotinê ye. Di komxebatê de mijara herî zêde em li ser sekinin ev bû. Li Kurdistanê polîtîka binpêkirinê tê meşandin. Bi destê hêzên ewlehiyê li hember jinan polîtîka destdirêjiyê, tundiyê tê meşandin. Hedefa me ev eku em zemînên pratîk ava bikin. Em dizanin, aştî ne tenê demokrasiye. Aştî aramiye. Em dixwazin hewcedariya aştiyeke mayîn ji jinan re vebêjin.”
Di alî jinan de axaftina aştiyê
Zeynep Demîrkol jî balkişan ser avakirina însiyatîfê û da zanîn ku li dijî tundiya mêr ji her alî jin hatine gel hev û wiha vegot: “Em hatina gel hev a jinan girîng dibînin. Me jî li ser girîngiya axaftina li ser aştiyê nirxandin kirin. Ji ber vê yekê Înîsiyatîfa Ez Aştiyê Dixwazim hat avakirin. Hat axaftin ku divê jin di vê pêvajoyê de bibin mijar. Me bal kişand ser girîngiya nîqaşkirina bi hev re ji cihekî ku em dibînin ku tundiya aborî û şîdeta mêr çawa jiyana me dorpêç dike. Em dizanin ku şer bandoreke çawa li jiyana jinan dike. Di vê mijarê de ezmûna me jî heye. Ji ber vê yekê girîng e ku em ji aliyê jinan ve behsa aştiyê bikin. Em difikirin ku girîng e ku jin û LGBT yên ji beşên din ên jiyanê li ser aştiyê biaxivin. Em ê weke jinên femînîst têkoşîna aştiyê bidomînin.”