Li Enqereyê banga dîrokî bi dirûşmeyan hat pêşwazîkirin

  • 18:09 27 Sibat 2025
  • Rojane
 
ENQERE- Banga dîrokî ya ‘Aştiyê û Civaka Demokratîk’ ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir , li rêxistina DEM Partî ya Enqereyê bi kelecan hat guhdarkirin.
 
Banga Rêberê PKK’ê Abdullah ocalan ku heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ragîhand, li Rêxistina DEM Partî ya Enqereyê bi tevlibûna welatiyan hat guhdakririn. Piştî wêneyên ku Abdullah Ocalan ûheyetê bi hev re kişandibû hat parvekirin şûnde welatiyan bi dirûşmeya ‘bijî serok Apo’ banga ‘aştî û civaka demokratîk’ pêşwazî kirin.