Ji Qada Bajar bang kirin: Ev peyam wê ji gelan re bibe hêvî

  • 16:40 27 Sibat 2025
  • Rojane
WAN – Bi hezaran kesên ji bo guhdarkirina banga dîrokî li Qada Bajar a Wanê hatin gel hev, diyar kirin ku wê daxuyaniya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji gelan re bibe hêvî.
 
 Bi deh hezaran kesan ji bo guhdarîkirin û temaşekirina banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Qada Bajar a Wanê kom bûn. Gel ji bo guh bide bangê ji sê deriyan ketin nava qadê û diyar kirin ku wê banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji gelan re bibe hêvî.
 
Welatiya bi navê Mevlîde Azad ku li qadê cihê xwe girt wiha got: “Em tu car evqas kelecanî nebibûn. Em pir kêfxweşin. Hêvîdarim ev bibe wesîleya aştiyê. Ya herî zêde em dixwazin azadiya serokatiyê ye û rawestandina vê xwînê ye. Em nikarin hestên xwe vebêjin.” Şîrîn Abî jî wiha got: “Em dayikên aştiyê çawa duh ji bo aştiyê têkoşîyan îro jî bi van hestan li vir in. Divê aştiya civakî pêk bê. Birêz Ocalan wê aştiyê pêk bîne.”
 
Devlet Çîftçî jî daxuyakirin ku daxwaza wan azadiya Abdullah Ocalan e û got ji ber peyamê gelek bi kelecanin.
 
Bi hezaran kesên ku li qadê cihê xwe girtin bi dirûşmeya ‘bijî serok Apo’ banga dîrokî pêşwazîkirin.