Bi hezaran kes ji bo banga sedsalê li Qada Şex Seîd kom bûn

  • 16:31 27 Sibat 2025
  • Rojane
AMED - Bi hezaran kesên li benda banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûn, li Qada Şex Seîd hatin cem hev. Girseya bi coş li benda dema daxuyaniyê ye, timî bê navber siloganên "Bijî Serok Apo" berz kirin.
 
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî hevdîtina dîrokî ya bi Abdullah Ocalan re wê li Stenbolê daxuyaniyekê bide. Ev daxuyanî li ser ekranên LED ên li Qada Şex Seîd a Amedê hatine bicihkirin bi awayekî zindî hat weşandin.
 
Bi hezaran kes li qadan e
 
Beriya daxuyaniyê bi hezaran kes, jin, ciwan, extiyar û zarok li qadan kom bûn, ji navçeyên derdorê yên Botan, Êlih, Sêrt, Mêrdîn, Riha û Dêrsimê gelek kes herikîn Amedê. Bi sedan kesên ji Rihayê hatin bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" bi kortejekê ketin qadê.
 
Ji ciwanan pêşwazîkirina bi coş 
 
Piştî kontrolan ketina qadê dewam kir, ciwanan gelek caran govend gerandin û sirûda "Berxwedan xweş doz" gotin.
 
'Em ê bi hev re şahidiya dîrokê bikin'
 
Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Bajêr Mehmet Şîrîn Gurbuz xîtabî bi hezaran kesî kir û got, "Ev qad qadeke dîrokî ye. Rêveçûna dîrokê dê li vê meydanê biguhere û em ê bibin şahidê vê guherînê. Em bi têkoşînê hatin îro, îro daxuyaniyeke dîrokî heye, ev qad wê bibe şahidê daxuyaniya dîrokî. Çawa ku me bi hev re têkoşîn da, em ê jî bi hev re şahidiya dîrokê bikin. Duh birêz Ocalan çi gotiye, îro jî heman tiştî dibêje."
 
'Birêz Ocalan 26 sal in ji bo vê rojê li berxwe dide'
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sultan Yaray jî wiha got: “Em dizanin ku em ji bo banga dîrokî ya Birêz Ocalan li vir in. Birêz Ocalan ku 26 sal in ji bo vê rojê li berxwe dide, ji bo jiyaneke bi rûmet li ber xwe daye. Îro Amed ji aştiyê re amade ye. Kurd jî wek hemû gelan dixwazin bi awayekî azad bi zimanê xwe biaxivin."