'Me saetên xwe li gor 17.00'an eyar kir'

  • 16:19 27 Sibat 2025
  • Rojane
 
 
STENBOL - Ji bo banga dîrokî ya Abdullah Ocalan a ku wê saet 17.00’an li Otela Elit Word bê dayîn li gel bendewariya ku dewam dike, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Sultan Ozcan jî got, "Ji bo banga dîrokî me hemûyan saetên xwe li gorî 17.00'an eyar kir." Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol jî got got, "Aştî îro dest pê dike, berpisiyarî dikeve ser milê me hemûyan. 
 
Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê  (DEM Partî) hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re temam kir û hat otela ku dê daxuyaniya çapemeniyê lê bê dayîn.
 
Li salonê bendewariya bi heyecan a ji bo daxuyaniyê dê saet 17.00’an bê dayîn didome.
 
'Ev heyecan ji bo kesên li hêviya aştiyê ne'
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HDP) Sultan Ozcan diyar kir ku bi coşeke mezin li benda vê bangê bûn û got, “Ev ne heyecaneke vala ye, lê heyecana rêya aştiyê ye ku bi êşên bi salan hatiye fîltrekirin e. Ew heyecanek e ku ji hêviya aştiyê mezin dike  ku dê bibe sedema aştiyek mayînde ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane,"
 
Gulîstan Ozcan di berdewamiya axafitna xwe de wiha got, "Gelên Tirkiyeyê, jin û ciwan li benda vê yekê ne. Roj roja derketina ji konsepta ewlehiyê, derbasbûna li feraseta demokrasiyê ye û bi têkoşînê re ber bi rêwîtiyeke nû ya demokratîk ve diçe ku tê de komara demokratîk, demokrasiya herêmî û hiqûqa naskirinê pêk were. Em hemû li vir in, bi taybetî ji bo jinan, bi daxwaza ku hewaya aştiyê li ser hewaya mîlîtarîst a ku mêrtiyê ferz dike, bi ser bikeve. Me saetên xwe li gorî 17.00'an eyar kirin."
 
'Aştî îro dest pê dike'
 
Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya  DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol jî got, "Em jî weke gelên Tirkiye û Kurdistanê bi daxuyaniya îro ya ku wê bibe sedema hêviya aştî û pêşeroja me ya demokratîk, kêfxweş in. Li hember êş û azarên gelê Kurd ku ev demeke dirêj e li erdnîgariya me hatiye paşguhkirin, pêwîst e aştî bê avakirin. Em hemû dizanin ku di vê pêvajoyê de Tirkiyeya nû ya demokratîk û Kurdistana demokratîk bi kelecan li benda banga avakirina Rojhilata Navîn a demokratîk in. Bang wê berpirsyariyên mezin li ser milê me hemûyan ferz bike. Em baş dizanin ku bang wê deriyên avakirina demokratîk a sedsalê ye. Di vî warî de raya giştî ya demokratîk, rêxistinên sivîl, siyaset, meclîs û hiqûqnas divê bi berpirsyariyeke mezin aştiyane nêzî pêvajoyê bibin, her kesê ku ji aştiyê re hestiyar be bang li wan tê kirin. Ez bi xwe vê heyecanê hîs dikim. Aştî îro dest pê dike, berpirsiyariyên me hemûyan hene. Baweriya me bi aştî û pêşeroja xwe ya demokratîk heye."