
Şandeya brîtanî bi rêxistin û tevgerên jinan re civiya
- 15:20 27 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya brîtanî ku serdana xwe ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diomîne, bi rêxistin û tevgerên jinan re hevdîtin kir. Brîtanî bi rêxistin û tevgerên jinan re civiya.
Şandeya ji Brîtanyayê hevdîtinên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Şande ji şaredarê bajarokê Madison Martin Round, şêwirmend û cîgira serokê Koma Kedê ya Meclisa Kantona Kent Karen Constantine, serokê berê yê Kongreya Sendîkayên Karkeran Roger Lyons û rêveberê Kampanyaya Mid a Balafirgehan Jason Kaplan pêk tê.
Şandeyê serdana Navenda Têkiliyên Dîplomatîk a Kongra Star a li bajarê Qamişloyê kir.
Şande ji aliyê endamên Kongra Star, Yekitiya Jinên Suryan û nûnerên jin ên yekitiyên civaka sivîl û partiyên siyasî ve hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de girîngiya beşdarkirina jinan di nivîsandina destûra nû ya welat de, astengiyên li pêşiya jinan, rewşa jinên koçber ên ji Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê hatin nîqaşkirin.
Endamên şandeya brîtanî kêfxweşiya xwe bi serdanê anî ziman û diyar kir ku dê dengê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihîne gelê Brîtanyayê.
Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Stêra Qasim jî bal kişand ser siyaseta dûrxistin û paşguhkirinê ya desthilata Şamê ku li dijî jinan dimeşîne û diyar kir ku ew nêzîkatiyên desthilata Şamê qebûl nakin.
Endama Komîteya Têkiliyan û Lihevkirinên Siyaseta Demokratîk a Kongra Star Emîne Oso îşaret bi rola jinan di hemû qadên jiyanê de kir û bi bîr xist ku proseyên siyasî yên ku jin û tevahî pêkhateyên Sûriyeyê tê de cih negirin, kêm in.
Endama Koordînasyona Meclisa Jinan Sebah Şabo jî diyar kir ku Rêveberiya Xweser mafên jinên Suryan daye wan û beşdarî navendên biryardayînê kirin. Her wiha da zanîn ku desthilata Şamê, Suryan jî di nav de, tevahî pêkhateyan paşguh dike û got: "Kongreya Diyaloga Nîştimanî nûnertiya pêkhateyên Sûriyeyê nake."