Ji bo banga dîrokî ji Riha û Êlihê gel herikî Amedê

  • 15:09 27 Sibat 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê piştî hevdîtina bi Rêberê PKK'ê re daxuyaniyê bide. Daxuyanî wê li Stenbolê bê dayin û amadekariyên ji bo banga dîrokî ya Rêber Apo yên li Amedê berdewam in.
 
Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) wê piştî hevdîtina bi Rêberê PKK'ê re daxuyaniyê bide. Daxuyanî wê li Stenbolê bê dayin û amadekariyên ji bo banga dîrokî ya Rêber Apo yên li Amedê berdewam in. Ji gelek bajaran kes ji bo daxuyaniyê zindî li ser ekranên ledê yên mezin ên li Qada Şêx Seîd a navçeya Sûr a Amedê temaşe bikin ketin rê.
 
Dêrsim
 
Ji Dêrsimê gelek kes bi coşeke mezin ber bi Amedê ve bi rê ketin. Girseyê di otobûsan de strana “Em bernadin vê dîlanê” gotin û govend gerand.
 
Êlih
 
Welatiyên di danê sibehê de li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê hatin gel hev, kom bi kom ber bi Amedê ve bi rê ketin. Welatiyan stran gotin, govend gerandin û bi kelecaneke mezin ber bi Amedê ve bi rê ketin.
 
Riha
 
Bi sedan welatiyên ji navçeyên Wêranşar, Sêwereg, Hewag, Xelfetî, Pirsûs, Bêrecûk, Curnê Reş, Serêkaniyê û navçeyên navendî yên Rihayê ji bo daxuyaniya dîrokî ber bi Amedê ve bi rê ketin.