Ji Sînorê Nisêbîn bang li Tişrînê kirin

  • 16:24 30 Çile 2025
  • Rojane
 
 
" MÊRDÎN –Endama DEM Partiyê Bêrîtan Guneş di çalakiya nobedê ya li ser sînorê Nisêbînê ya li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bendava Tişrînê de axivî û got, “Bendava Tişrînê bendava mirovahiyê ye. Divê hemû gel piştgiriyê bidin vê berxwedanê. "
 
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li dijî êrîşên Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê yên Artêşa Milî ya Sûriyê (SMO) li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di  pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) li parka sînorê Qamişloyê çalakiya nobedê hate lidarxistin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêxistinên saziyên sivîl û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn.
 
Girseya gel danê nîvro bi dirûşman heta parka sînor meşiya û li parka sînor bi tilîlî û dirûşmeyan deng da rojavayê Kurdistanê. Girse piştre hat cem hev û li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo daxuyaniyek da çapemeniyê.
 
Di daxuyaniyê de pankarta "Bi rihê seferberiyê emê şoreşa Rojava biparêzin" hate vekirin û dirûşmên "Bîjî berxwedana Rojava", "Bîjî berxwedana Tişrînê", "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.
 
'Rojava têkoşîna hebûn û tinebûnê ye'
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku heta Rojava bigihêje statuyekê û gelê wê azad bibe wê nobet bidome. Bêrîtan Guneş destnîşan kir ku Rojava têkoşîna hebûn û tunebûnê ye û got, “Rojava di pêşengiya jinan de avakirina jiyaneke wekhev e. Peymana gelên Rojava li cîhanê peymana herî pêşketî ye. Lê îro li Rojava li dijî ekolojî û jiyanê êrîşek heye. Navê berxwedana li wir Tişrîn e. Bê bendava Rojava ne ceyran û ne jî av heye. Bi van êrîşan dixwazin gelê Rojava bê nefes bihêlin. Êrîşên li ser bendava Tişrînê sûcê li dijî mirovahiyê ne. Ger bendav hilweşe wê bi hezaran mirov di bin avê de bimînin. Mirov wê neçarî koçberiyê bibin. Dê karebe nebe. Kurd, Ereb û Tirkmen li wir jiyana xwe diparêzin. Lê belê bombeyan dibarînin bi ser gel de. Ma xuşk û biratî ev e? Gelê Rojava êrîşî kê kir? Çima hûn naxwazin mirov bi hev re bijîn? "Çima ev bêtehamulî heye?"
 
'Bendava Tişrîn bendava mirovahiyê ye'
 
Bêrîtan Guneş diyar kir ku dijminatiya li hebûn, ax û ava Kurdan heye û got, “Divê ev dijminatî di vê sedsalê de bi dawî bibe. Yên li wir şehîd ketine gelê me ne. Em êşa wan di dilê xwe de hîs dikin. Ji bo çareseriyê gavan bavêjin. Xwe bigihînin aştî û çareseriyê. Gelê Kurd bi qeyûm û qetlîaman nayê tunekirin. Ma hûn hîn hînî vê yekê nebûne? Em pêşengiya Rojhilata Navîn dikin. Bila êdî şer raweste. Bila mirovatî pêş bikeve. Bendava Tişrîn bendava mirovahiyê ye."
'Em bi dawî nabin, vê baş bizanibin'
 
Bêrîtan Guneş, bal kişand ser qeyûmê tayînî şaredariya Sêrtê hat kirin û got, “Qeyûm tenê tayînî şardariya Sêtê nehat kirin, tayînî dmokrasiyê jî hat kirin. Hûn ê li ku derê polîtîkaya qeyûm bikin dewerê? "Em ê neqedînin, baş bizanibin," wî got.
 
Piştî daxuyaniyê li dijî qetlîamên li Rojava 5 deqe çalakiya rûnitinê hat lidarxistin û çalakî bi dirûşman bi dawî bû.