Wê Kobanê nekeve!

  • 09:04 23 Çile 2025
  • Rojane
  
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kobanê ku 10 sal berê ji çeteyên DAIŞ’ê hat paqijkirin û îro dîsa di hedefê de ye peyama wê ‘Kobanê neket û wê nekeve!’ ye.
 
Di 26’ê Çileyê 2015’an de ajansa ev nûçe derbas kir: “26’ê  Çileya 2015’an. Kobanê rizgar bû. Saet 10 deqe kêm ji 3’yan re.” Di ser vê nîşeya dîrokî re 10 sal derbas bû.
 
Bajarê Kobanê yê Rojava 10 sal berê di encama berxwedana 134 rojî de azad bû. Ji vê berxwedanê re Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengî kir.
 
Kobanê çawa hedef hat girtin, gav bi gav çawa azad bû. Çeteyên DAIŞ’ê çawa têk çûn? Piştî 10 salan şûnde Kobanê îro dîsa di hedefa Tirkiye û hêzên paramîlîter ên ku Tirkiye piştgiriyê didê de ye.
 
Şoreş û îlankirinên xweseriyê…
 
Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de bi şoreşa Rojava re bi pêşengiya Kurdan gelê herêmê gav bi gav bi Xweseriya Demokratîk re rêxistinbûnên kantonan îlan kirin. Di 21’ê Çileyê ya 2014’an de Cizîr, 27’ê Çileyê 2014’an Kobanê, 29’ê Çileyê 2014’an de jî wek Kantona Efînê li herêmê xweseriya demokratîk hat îlankirin. Piştre li her sê kantonan xebatên avakirinê dest pê kir. Kantona herî mezin a herêmê ya Cizîrê bû; Sê bajarên mezin Dêrik, Qamişlo û Hesekê û ji 12 bajarên biçûk û navçeyan (Girkê Legê, Rimelan,Til Koçer, Çilaxa, Tirbespiyê, Amûdê, Til Berak, Dirbêsiyê, Til Temir, Til Hemis, Hol, Şedadê) pêk tê. Ev pergal ji bo gelan mizgîniya jiyanek nû  bû.
 
Li Tusunê Bihara Ereban
 
Bihara Ereban di 2010’an de ji Tusunê destpê kir û li Rojhilata Navîn belav bû. Di 2011’ê de bandor li Sûriyeyê kir. Endama herî girîng a îro li Sûriyeyê didome, Şoreşa Rojava ya bi kantona Kobanê destpê kir bû. Ev wek ‘şoreşa jinê’ der barê dîrokî û ev şoreş li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû, gel di xeta jiyanek azad û wekhev de anî gel hev.
 
Li şûna ‘Bihara Ereban’ ‘Bihara Gelan’
 
Di 2011’an de bi pevçûnên li Sûriyeyê dest pê kir, Gelê Kurd ne li alî rejîmê ne li alî komên li dijî rejîmê şer dikin sekinî. Gelê Kurd di esasa paradîgma û perspektîfa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de di xeta Riya Sêyemîn de pêş ketin û li şûna ‘bihara Ereban’ gotin ‘Bihara Gelan’.
 
Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Kobanê rêwiyên şoreşê hatin pêxistin. Piştre kontonên Cizîr û Efrînê hatin îlankirin û li Rojava Rêveberiya Xweser hat îlankirin.
 
Dest bi avakirinê kirin
 
Gelê Kurd di serî de Tevgera Ciwaka Demokratîk (TEV-DEM), gelek meclîs, komun, partî û rêxistinbûn ava kirin. Ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê qurs hatin vekirin, ji bo dibistanan xebat hatin destpêkirin. Saziyên xebatên zimanê Kurdî dimeşînin hatin vekirin. Ji bo jiyana nû bê parastin xebatên parastina cewherî hatin meşandin. Jinan ji van xebatan re pêşengî kir û ji ber rola jinan ev wek ‘şoreşa jinê’ hat binavkirin. Cîhanê ev şoreş nas kir.
 
Li hember Kobanê êrîş
 
Di serî de Tirkiye hêzên navneteweyî ketin tevgerê. Kobanê bombebaran kirin. Di 15’ê îlona 2014’an de êrîşê Kobanê kirin. Armanca êrîşên DAIŞ’ê dagirkirina herêmê bû. Hedef ev bû ku têkiliya navbera kantonên Efrîn û Cizîrê bê birîn.
 
Ger Kobanê bikeve…
 
Armanca Tirkiye û hêzên navneteweyî ev bû ku bi DAIŞ’ê re şoreşê têk bibin û ya dipan jî nebû. Şervanên YPG û YPJ’ê li dijî DAIŞ’ê berxwedanek mezin nîşan dan û Rêveberiya Xweser a Rojava jî got ‘Ger Kobanê bikeve wê Rojava bikeve wê Kerkuk bikeve’ û banga parastina Kobanê li gelê Kurd kir.
 
Dema êrîşa li hember Kobanê, di heman demê de desthilatdariya Tirkiyeyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin dikir. Abdullah Ocalan bi hevdîtina bi heyeta Îmraliyê re got: “Yên piştgiriyê didin van çeteyên mirinê, di serî de aştiya herêmê pêşeroja gelan davêje xetereyê.”Li ser vê nirxandinê di serî de jin û ciwan, gelê Kurd gelê Tirkiyeyê ji bo Kobanê seferber bûn.
 
Jinên Fedaî: Arîn Mîrkan û Rîvana…
 
Çeteyên DAIŞ’ê êrîşên xwe ji gundan ber bi navenda Kobanê ve birin. Bi tank, roket û  topên hewanê li Kobanê xistin. Di 2’yê cotmehê de DAIŞ’ê 350 gundên Kobanê dagir kir. Di 5’ê cotmehê de gihişt Girê Miştenûrê. Li wir bi berxwedanek mezin re hat rû hev. Fermandara YPJ’ê Arîn Mîrkan û Rîvana bi çalakiya pêk anîn DAIŞ dan sekinandin.
 
Daxuyaniya Erdogan a ‘Kobanê li ber ketinê ye’
 
DAIŞ’ê navîna meha Cotmehê de nîvê Kobanê dagir kir. Derbasbûna Kobanê ji aliyê Tirkiyeyê ve hat astengkirin. Serokomarê AKP’ê Tayyîp Erdogan wê demê li Dîlokê der barê Kobanê de got ‘Niha li Ayn-el Arab, bi navê din li Kobanê, binêrin li ber ketinê ye.’ Piştî vê gelê Kurd li her derê Kurdistanê daketin qadan û herikîn sînorên Kobanê.
 
Wek ‘serhildana Kobanê’ derbasî dîrokê bû
 
Ev pêvajo wek ‘serhildana Kobanê’ derbasî dîrokê bû. Li Tirkiyeyê desthilatdariyê êrîşî gelê ku daket qadan kir û bi dehan kes qetil kir, bi sedan kes birîndar kirin. Ji bo pêşî li qetilkirinên desthilatdariyê bê girtin bi peyama ku Abdullah Ocalan ji Îmraliyê şand hat rawestandin. Piştî salan şûnde Tirkiyeyê li siyasetmedarên Kurd doz vekir.
 
Berxwedana 4 mehan: Roja Kobanê ya Cîhanê
 
Berxwedana ji bo Kobanê li cîhanê deng da û ev piştgirî bi îlankirina ‘1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê’ şênber bû. Hêzên koalîsyonê li dijî DAIŞ’ê ketin tevgerê û mewziyên DAIŞ’ê hatin bombebarankirin. Girê Miştenûrê ji DAIŞ’ê hat paqijkirin. Berxwedanê 134 rojan berdewam kir û Kobanê bi giştî ji DAIŞ’ê hat paqijkirin.
 
Îlankirina serkeftinê: Kobanê rizgar bû!
 
Azadbûna Kobanê di heman demê de bû nokteya destpêka têkçûna DAIŞ’ê. Piştre bi têkoşîna QSD, YPJ û YPG’ê DAIŞ bi giştî têk çû. Şervanekî YPG’ê azadbûna Kobanê bi van gotinan ‘26’ê  Çileyê ya 2015’an. Kobanê rizgar bû. Saet 10 deqe kêm ji  3’an re’ li dîrokê nivîsî.
 
Kobanê dîsa di hedefê de ye
 
Piştî 10 salan şûnde Kobanê îro hîna di hedefa êrîşan de ye. Ji Kanûna 2024’an heta niha gundên derdora Kobanê û Bendava Tişrînê ya 30 km dûrî Kobanê ye di hedefa Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayê Tirkiyeyê de ne û tên bombebarankirin. Bendav ji bo Kobanê û gelê herêmê pir girîng e. Ji ber piranî ava bendavê ji wir tê peydakirin. Bi êrîş û komkujiyên li Tişrînê dixwazin Kobanê bixînin. Lê ji roja ewil de ye berxwedanek mezin li dijî êrîşan tê dayîn û peyama ‘Kobanê nakeve’ tê dayîn.
 
Têkiliya di navbera bendava Tişrîn û Kobanê de
 
Peydakirina av û enerjiyê: Di avdana erdên çandinî û enerjiyê ya Kobanê de, bendav cihekî girîng digire. Girîngiya stratejîk: Kobanê herêma herî krîtîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Kontrola Bendava Tişrîn ji bo herêmê girîng e û derfetek stratejîk e. Bi taybet di dema şerê navxweyî yê Sûriyeyê de di navbera bendav û Kobanê de têkiliyek stratejîk a girîng hatiye avakirin.