Tevî serma û baranê berxwedana li Tişrînê didome

  • 13:42 23 Çile 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li bendava Tişrînê çalakiyên xwe yên aştiyane didomînin.
 
Nobedarên li bendava Tişrînê ev 16 roj e çalakiya xwe berdewam dikin û daxwaza rawestandina êrişên dewleta Tirk dikin. Îro şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî beşdarî çalakiya nobedariyê bû.
 
Tevî serma û baranê jî çalakvan ji bo rawestandina êrişan çalakiyên xwe yên aştiyane didomînin.
 
Duh jî dewleta Tirk û çeteyên wê êrişî çalakvanên li bendavê kir û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û bi dehan jî birîndar bûn. Heta niha di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî çalakvanan de 20 kes şehîd bûne û zêdetirî 120 kes jî birîndar bûne.