Ji bo jinên siyasetmedar ên jin çalakiya bîranînê
- 12:56 8 Çile 2025
- Rojane
RIHA - Li Rihayê ji bo jinên siyasetmedar ên Kurd ku hatin qetilkirin çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Nûnerên TJA û DEM Partiyê yên di çalakiyê de axivîn, diyar kirin ku jin bi zanebûn bûne hedef û gotin, "Heta ku komkujiya Parîsê neyê ronîkirin, qetlîamên din nayên ronîkirin."
Ji bo jinên siyasetmedar ên Kurd Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) û Sêvê Demîr Fatma Uyar û Pakîze Nayir ku di 4'ê Çileya 2016'an de hatin qetilkirin, herwiha Evîn Goyîku di 23'yê Kanûna 2022'yan de li Parîsê hatin qetilkirin çalakiya bîranînê li dar xistin. Li Rihayê (Riha) ji bo Evîn Goyî (Evîn Botan) li Rihayê çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Nûnerên rêxistinên bajar û navçeyên bajar ên DEM Partiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û gelek kes beşdarî bîranîna ku li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partiyê) ya navçeya Rihayê hat lidarxistin bûn.
Di çalakiya bîranînê de ji bo jinên hatin qetilkirin deqeyek rêz hat girtin.
Komkujiya Parîsê
Aktîvîsta TJA'yê Edle Fîdan piştî rêzgirtinê axivî û diyar kir ku jinên pêşeng bi zanebûn bûne hedef û got, "Komkujiya Parîsê, Silopiyê û hemû komkujiyên din ji ber dijminatiya dewletê ya li hemberî jinan pêk tên. Ji ber vê yekê em dibêjin bêyî ronîkirina komkujiya Parîsê bê ronîkirin tu qetlîamên din nayên ronîkirin."
Piştre Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aişeoglû axivî û diyar kir ku jin bi zanebûn hedef tên girtin û got, "Ji ber ku îrade û hêza jinê hikûmetên faşîst ditirsîne, hedefa pêşî ya hikûmetan jin in. Îro jî dixwazin vê bikin. Heman tişt li Rojava jî ji bo ku paradîgmaya birêz Ocalan neyê pêkanîn, her tiştî dikin. Em jinên ku di çarçoveya felsefeya azadiyê de têkoşîn dan bi rêzdarî bi bîr tînin."
Bîranîn bi çepik û qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.