Li ser sînorê Qamişlo 26 roj in nobet didome: Rastî dê di tariyê de nemîne

  • 15:34 7 Çile 2025
  • Rojane
MÊRDÎN - Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo ya li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 26’emîn de didome. Parlamenter Salîha Aydenîz axivî û got: "Li hemberî rojnamegeran sûcekî navneteweyî hat kirin. Êdî nikarin vê yekê veşêrin. Divê demildest cenazeyên heval Cîhan û Nazîm radestî malbatên wan bên kirin."  
 
Çalakiya nobedariya sînor a li ser sînorê Qamişlo ya navçeya Mêrdîn Nisêbînê ya li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja xwe ya 26’an de didome.  
 
Girseya ku ji saetên sibehê ve li herêmê kom bû, bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Jin jiyan azadî” çalakiya nobetê berdewam kir. 
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrdînê Salîha Aydenîz, armanca çalakiyê ji ziyaretvanên ku di nobeda girseyî de hatin gel hev re vegot  û der barê rojevê de nirxandin kirin. Piştî ku ziyaretvan û çalakger hatin cem hev, ji aliyê girseyê ve li dijî êrîşan daxuyanî hat dayîn. 
 
 
'Rastî wê di tariyê de nemîne'
 
Salîha Aydenîz di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku nobeda 26 rojan didome û got: “26 roj in em ji bo ronahî û azadiyê li vir in. Em dizanin ku îro ne tenê li Rojhilata Navîn, li hemû cîhanê krîz û kaos heye. Çareseriya van qeyranan heye û îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye avakirin. Lê belê sîstem bi zanebûn çareseriyê naxwaze û dixwazin krîzê kûrtir bikin. Hevalên me yên rojnameger hatin qetilkirin. Heval Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daşdan bi zanebûn hedef hatin girtin. Malbatên me 2 roj in li ber Deriyê Sînor ê Xabûrê li bendê ne. Li wir pir bi zanebûn tên ragirtin. Bi rastî jî bi vê yekê sûcên xwe qebûl dikin. Ji ber ku Cîhan û Nazim rastiyan ji raya giştî re digotin. Li hemberî rojnamegeran sûcekî navneteweyî hat kirin. Êdî nikarin vê yekê veşêrin. Divê demildest cenazeyên heval Cîhan û Nazîm radestî malbatên wan bên kirin. Em dizanin ku hûn ji rastiyê ditirsin, lê rastî tu carî di tariyê de namîne. Hûn jî eşkere bûn. Em vê nêzîkatiya dijminane qebûl nakin."  
 
'Çareserî fikrên Birêz Ocalan e' 
 
Salîha Aydenîz diyar kir ku li aliyekê ji bo demokrasî û aştiyê pêvajo tê meşandin, li aliyê din jî nedayîna cenazeyên rojnamegeran durûtî ye û wiha axivî: “Ev nesamîmîtiya we derdixe holê. Ger hûn bi rastî dilpak in, cenazeyan bidin malbatan. Eşkere ye ku vê nêzîkatiya dijminane hûn aniye çi. Em berpirsiyariya we dizanin û ji ber vê yekê em li vir in. Sîstema li Rojava hatiye avakirin li cîhanê mînaka çareseriyê ye. Ji ber vê yekê divê pêvajo bi naskirina statuya li wir dest pê bike. Çareserî bi diyalogê avakirina demokrasiyê ye. Divê hikûmet û muxalefet vê şansê bibînin. Heta ku statuya Rojava neyê qebûlkirin em ê nobeda xwe bidomînin. Ji bo ku statuya hemû Kurdan bê qebûlkirin em ê têbikoşin. Heta ku em encam bigirin em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Piştî daxuyaniyê, ji bo heyeta ku xwest biçe Herêma Federal a Kurdistanê cenazeyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daşdan ên hatin qetilkirin bigire, 5 deqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
 
Çalakî bi dirûşmeyên "Çapemeniya azad rûmeta me ye", "Bîjî berxwedana Rojava" û "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.