DFG: Dayina cenazeyên rojnamegeran bi keyfî tê astengkirin
- 13:27 7 Çile 2025
- Rojane
AMED - DFG’ê diyar kir ku radestkirina cenazeyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bi awayekî keyfî tê astengkirin û bertek nîşan da.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî şandeya ji bo wergirtina cenazeyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ji hêla dewleta tirk ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi SÎHA’yan hatin qetilkirin dixwest derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibin lê li deriyê sînor hatî astengkirin, daxuyanî da. DFG’ê, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal X’ê daxuyanî da û got ku nedayina cenazeyan bi awayekî keyfî tê astengkirin.
DFG’ê wiha got: “Ji bo wergirtina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku di 19’ê Kanûnê de bi SÎHA’yan hatin qetilkirin, şandeyeke ku endamên komeleya me jî di nav de xwestin derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe û cenazeyan wergire.
Şandeya ku malbat jî di nav de ne, ev 17 saetin li Deriyê Sînor ê Xabûrê tê sekinandin. Teslîmkirina cenazeyan bi hincetên keyfî tê astengkirin. Bi nedayina cenazeyan re hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin.
Mafê her welateiyekî heye ku li gorî bawerî û çanda xwe were definkirin û mafê her welatiyên xizmên xwe windakirin ê şîngirtin heye. Divê şande tavilê ji Deriyê Sînor ê Xabûrê re derbas bibe, cenazeyên rojnamegeran wergire û cenaze bên definkirin.”