Dê sibe ber bi sînor ve bimeşin: Bêyî Rojava jiyan nabe!

  • 09:41 1 Çile 2025
  • Rojane
Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Jinan bang li her kesî kirin ku ji 7 saiî heta  70 salî herkes tevlî meşa  sibê ji Parka Aştiyê ya Nisêbînê heta sînorê Qamişlo li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê lidarxistin bibin û gotin, "Bê Rojava jiyan nabe."
 
Di dema ku piştî 61 salan bi rûxandina Rejîma Baas re qala “Sûriyeya Nû” hat kirin, Tirkiye û Artêşa  Mili ya Sûriyeyê (OSO) êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin. Êrîşên li dijî Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê dewam dikin, hat diyarkirin ku hedefa sereke Kobanê ye. Çalakiya nobedê ya ku di 13’ê Kanûnê de li ser sînorê Qamişlo yê navçeya Mêrdîn Nisêbînê ya li dijî êrîşên li dijî Rojava hatibû destpêkirin kete roja 20’an. Li dijî êrîşan wê sibe ji Parka Aştiyê ya Nisêbînê heta sînorê Qamişloyê  bi dirûşma "Em gelên li Rojava yên ji bo aştî, azadî û jiyana hevbeş li berxwe didin silav dikin" meş bê lidarxistin.
 
Çalakgerên nobeda sînor bang li hemû gelan kirin ku beşdarî meşa ku wê sibe bê lidarxistin bibin.
 
'Ji bo dawî li êrîşên li ser Rojava bê em ê bimeşin'
 
Berdevka Lijineya Rêveberiya Xwecihî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Mêrdînê Nahîde Yalçin, diyar kir ku çalakiya nobedê bi dilsoziyeke mezin dewam dike û got, ew ê ji çalakiya xwe encam bigirin. Nahîde Yalçin banga tevlîbûna meşa ku wê sibe bê lidarxistin kir û got, “Ji bo bidawîkirina tecrîdê û bidawîkirina êrîşên li ser Rojava em ê bimeşin. Em dixwazin şer bi dawî bibe û hevdîtina li Îmraliyê bibe sedema aştiyê. Em hemû gelê xwe vedixwînin meşê.”
 
Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) a Mêrdînê Zinnet Algan jî wiha got: “Ez Şoreşa Rojava silav dikim û ji her kesên ku li wir li ber xwe didin re serkeftinê dixwazim. 19 roj in em bi deng, tilîlî û çalakiyên xwe li ser sînor in. Heta ev şer bidome em ê çalakiya xwe ya li ser sînor bidomînin. Divê hemû gelê me bi taybet gelê Nisêbînê destê xwe deyne ser wijdanê xwe û tevkariyê li meşa ku em ê sibê li dar bixin bike. Di navbera me û Rojava de tenê dîwar heye. Divê kes nebêje 'tiştek bi min nayê'. Werin em bi hev re dawî li vî şerî bînin."
 
'Bila dayik negirîn'
 
Dayika Aştiyê Sureyya Yilmaz diyar kir ku ew ji bo Rojava li ser sînor rûniştine û got, “Bila rijandina xwînê bi dawî bibe. Ne dayika gerîla û ne jî dayika leşkeran divê negirîn. Çima em li vir in? Ev der welatê me ye. Çi ji me dixwazin? Ev der axa dê û bavên me ye, êdî destên xwe ji ser axa me rakin. Êdî bes e. Keç û kurên me şehîd ketin. Dê ev çiqasî bidome? "Em westiyan, êdî bes e.”
 
'Agahîgirtina ji rêberê me pir xweş bû'
 
Sureyya Yilmaz hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bi bîr xist û got, “Hevdîtin bi Rêberê me re pêk hat. Em gelek kêfxweş bûn. Agahîgirtina jê gelek xwseş bû. Em hêvî dikin ku ew li ser maseyê rûne û pêvajoyek dest pê bike. Em her kesî vedixwînin meşa ku wê sibe ji bo aştiya li dijî şer pêk were."
 
'Em azadiyê dixwazin'
 
Berdevka Dayikên Aştiyê yên Qoserê Tenzîle Ağatay diyar kir ku ji bo azadiya Rojava li ser sînor in. Tenzîle Ağatay da zanîn ku divê her kes piştgiriyê bide Rojava û got, “Em hêvî dikin ku sala 2025’an bibe sala azadî, aştî, aramî û serketinê. Em ji bo bibin dengê Rojava li vir in û heta Rojava rizgar nebe em ê ji vir dernekevin. Em ji  7 salî heta 70  salî her kesî vedixwînin meşa ku wê sibe pêk were.’
‘Bêyî Rojava jiyan ne pêkan e’
 
Muhlise Uçuk got, “Bê Rojava jiyan nabe. Bila Cîhan û Nazim nemirin. Êdî bes e. “Em 19 roj in li vir in û heta dawiyê em ê li vir bin.”
 
 
 

Etîketan:

jinnews Rojava kurdistan