Li Taxa Şêxmeqsûd ji bo koçberan alîkarî

  • 16:11 29 Kanûn 2024
  • Rojane
  
 
Mîdye Miqted
 
HELEB- Rêxistina Nudem a astengdaran li astengdarên taxa Şêxmeqsûd  û Weqfa jina  azad a Sûriya jî li koçberên Şehba alîkarî belav kirin. Rêvebera Qadaa Civakî Xedîce korekcî ku derbarê mijarê de axivî wiha got, " Tevî dorpêç û astengiyan heta ji me tê em  bi gelê xwe re dibin alîkar."
 
Rêxistina Nudem ya astengdaran li astengdarên taxa Şêxmeqsûd alîkarî belav kir. Weqfa Jina Azad a Sûriya yê jî li  koçberên Şehba yên ku derbasî taxê bûne alîkariya ku ji nivînan pêk dihat li 350 malbetî belav kir û alîkariya Rêxistina Nudem jî li  200 malbetî hat belsv kirin.
 
Rêvebera Qada Civakî ya bajarê Helebê Xedîce Korekcî axaftina xwe ji ajansa me re kir û derbarê alîkariyê de wiha got:"Piştî buyer û geşedanên dawî ku li ser erdnîgariya Sûriyeyê  pêk hatin gelek kesî berê xwe dan taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê. Em jî weke rêxstinên jin me alîkarî li gelê xwe belav kir Rêxistina Nudem jî li astengdaran cil û berg belav kirin û ev jî gelek kêfxweşî da astegdaran.   Her wiha Weqfa jina azad li  gelê me yê ji Şehab derbasÎ taxa me bûne betanî û doşekên ji sînger belav kirin lê beriya wê dîsa zarokan cil û berg û şîr hat belav kirin." 
 
Dê alîkarî bidome
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Xedîce got:"Alîkariya ku li  koçberên Şehbayê tê kirin  ne tenê ji aliyê rêxistinên jinan tê kirin bi giştî ji aliyê gel ve tê kirin û ev jî ji bo me cihê serbilindiyê."
 
Di dawiya axaftina xwe de Xedîce da diyar kirin ku wê belav kiriyê bi vê bi sînor nemîne û wê berdewam bike.