Gulser Yildirim: Divê gelê me xwedî li nobetan derkeve
- 09:06 29 Kanûn 2024
- Rojane
Oznûr Deger - Neslîhan Kardaş
MÊRDÎN - Siyasetmedara kurd û aktîvîsta TJA’yê Gulser Yildirim der barê girîngiya nobeta li sînorê Nisêbîn-Qamişlo axivî û got: “Em Rojava ji Bakurê Kurdistanê cuda nagirin dest. Êrişa li hemberî wir li hembere pêşeroja me, azadî, nasname û hebûna me ye. Divê gelê me xwedî li nobetan derkeve."
Li dijî êrişên Tirkiye û çeteyên girêdayê wê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) li ser navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li ser xeta sînor a Nisêbîn û Qamişlo çalakiya nobetê hat destpêkirin û 15 roj li pey xwe hişt. Piştgiriya ji bo çalakiya nobetê didome û daxwaza wan ev e ku Tirkiye demildest dawî li êrîşan bîne.
Siyasetmedara Kurd û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulser Yildirim ku 15 roje tevli çalakiyê dibe nobet nirxand.
‘Kurd bê nasname hatin hiştin'
Gulser Yildirim şerê navxweyî yê li Sûriyeyê hatibû destpêkirin bibîr xist û gor yek ji aliyê ku herî zêde rejîma Esad zilm lê kir Kurd bûn û wiha got: “Rejîma Esad bi sedhezaran kurd bê nasname hişt. Bi saya têkoşîna kurdan li Rojava nasname û hişmendiyek nû hat qezenc kirin. Bi gelê me yê Rojava re her tim hişmendî û rêxistinbûn hebû. Gelê rojava di atmosfera pêş ket de, li dijî DAIŞ’ê têkoşînek mezin da.”
‘Bi zîhniyeta DAIŞ’ê ji nûve êriş pêk hatin’
Gulser Yildirim êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê bibîr xist û wiha vegot: “Li djî van êrişan Gelê Kurd li her çar alî daketin qadan. Ne tenê li Kurdistan li Tirkiyeyê nivîskar, demokrat rewşenbîr daketin kolanan û li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li hember Kobanê bertek nîşan da. Me encama azadbûna Kobanê dît. Ev berxwedan bû azadiya Rojava. Ji ber vê gelê me îro 14 roje li vir nobetê digire. Dibe navê DAIŞ’ê guherî be lê heman zîhniyet îro dîsa êrişê Rojava dike.”
‘Êriş li hember daxwaza azadiyê ya Kurdan e’
Gulser Yildirim bi lêv kir ku rejîm Esad welat teslîmê HTŞ’ê kiriye û wiha domand: “Îro HTŞ li ser navê hikûmetê diaxive. Hikûmet destê HTŞ’ê de ye. Hikûmeta AKP’ê xwest bi HTŞ’ê re bikeve têkiliyê. Hedef diyar bû. Tunekirina gelê Rojava hedef dikin. Êrişên wan li hember daxwaza azadiya Gelê Kurd e.”
Banga xwedî derketinê
Gulser Yildirim wiha banga xwedî derketina li nobetê kir: “Gelê me li vir bi rihê Kobanê xwedî li Rojava derdikeve. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku tevli nobetê bidin û dengê xwe hîn bilindtir bikin. Kurd xwe parçeyek Rojava dibînin. Em îro li sînorê Nisêbînê ne. Li jêr Qamişlo heye. Dixwazin xetekê li dilê Gelê Kurd bikin. Em Qamişlo ji Nisêbînê cudatir nabînin. Em Rojava ji Bakurê Kurdistanê cuda nabînin. Li hembere hebûn nasnameya me êrişek heye. Ez banga xwedî derketina li nobetan dikim. Ketina Rojava ketina mirovahiyê ye. Wê serkeftin ya me be.”