Xizmên Windayan: Têkoşîna me wê bidome

  • 15:30 21 Kanûn 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên windayan di çalakiyên li 4 navendan de li dar xistin eqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin pirsîn.  
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan çalakiya xwe ya vê hefteyê li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê bi dirûşma "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" berdewam kirin. 
 
Amed 
 
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 828'an de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezan a Amedê hatin cem hev. Gelek xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên di binçavan de hatin windakirin û kesên ji ber bûyerên kiryar nediyar jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin, pankarta "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" jî di çalakiyê de hat hilgirtin.
 
Di çalakiyê de kiryarên Îhsan Haran ê di 25'ê Kanûna 1994'an de di girtîgehê de hat windakirin hatin pirsîn.
 
'Tenê doza nasnameya xwe kir'
 
Hevjîna Îhsan Haran Nesîbe Haran di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku Îhsan Haran tu sûc nekiriye û tenê ji ber ku doza nasnameya xwe kiriye hatiye sûcdarkirin. Esîbe wiha berdewam kir, "Divê dewlet vê yekê baş bizane, em ne li hemberî wê serî ditewînin û ne jî dest ji doza xwe berdidin. Wî tu sûc nekir, tenê ji bo nasnameya xwe têkoşîn da.  Kurd çi bikin  sûc tê hesibandin û tên windakirin. Ez li kujerê wî digerim, ez dixwazim kujer wî bê cezakirin."
 
Daxuyaniya çapemeniyê ya vê hefteyê ji aliyê endamê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Firat Akdenîz ve hat xwendin.
 
Çalakî piştî daxuyaniyê bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
Colêmerg
 
Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê û xizmên windayan di hefteya 154'an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê li kolana hunerê hatin cem hev. Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Geverê, Hevşaredarên Geverê û xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de gel ji bo Eyûb Karabey û Mahîr Karabey ên di sala 1995'an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê hatibûn qetilkirin, li kolana hunerê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê kom bû.
 
'Em daxwaz dikin ku di zûtirîn dem de kujerên Nazim û Cîhan bên dîtin û darizandin'
 
Daxuyaniya têkildarî çalakiyê ji aliyê Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Ozan Akbaş ve hate xwendin. Ozan Akbaş, anî ziman ku Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn ên li Rojava rojnamegerî dikirin dema ji nûçeyê vedigeriyan ji aliyê balafirên bê mirov ve hatin qetilkirin û got, “Em weke parêzvanên mafên mirovan vê êrîşa giran a li dijî azadiya gelan şermezar dikin.  Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn wê her tim wekî parazvanên kevneşopiya Apê Mûsa di dilê me de bijîn. Em daxwaz dikin ku di zûtirîn dem de berpirsên kuştina Nazim û Cîhan bên dîtin û darizandin."
 
Hatin îşkencekirin û qetilkirin'
 
Piştre Ozan Akbaş çîroka Mahîr Karabey û Eyûb Karabey ên 29 sal berê li navçeya Çelê ya Colemêrgê bi darê zorê hatin binçavkirin û bi îşkenceyê hatin qetilkirin vegot û Mahîr Karabey wiha got, “Bi şev bi hevalên xwe Arafat Tek û Mehmet Ertunç re ji bo biçin malê ji qahwexanyê derketin. Dema ku nêzî mala xwe bûn, maşîna spî ya marka Toros a bi plaqeya 21 rê li ber wan girt. 4 kesên bi cil û bergên sivîl ji wesayîtê derketin, nasnameya wan kontrol kirin, Mahîr Karabey û Eyûb Karabey bi zorê li maşînê siwarkirin û dûr ketin. Arafat Tek û Mehmet Ertunç bûn şahidê vê bûyerê. Her wiha danê êvarê Arafat Tek û Mehmet Ertunç jî ji aliyê Midûriyeta Polîsan a Çelê ve hatin binçavkirin û roja din hatin berdan."
 
'Em ê lêgerîna edaletê bidomînin'
 
Ozan Akbaş diyar kir ku bav Recep Karabey piştî windakirina zarokên xwe cihek nema ku serî lê nedaye û dosya ketiye ber demboriy. Lê em îro ji vir careke din bang li rayedaran dikin û dibêjin; bila eqûbeta Eyup û Mahîr Karabey bê eşkerekirin  û kujer hesap bidin. Em ê piştî bavê wan Recep Karbey lêgerîna edaletê ji cihê mayî bidomînin."
 
Piştre, çalakî bi rûbiştinê bi dawî bû.
 
Elih
 
Li Êlihê, ÎHD û xizmên windayan di hefteya 664'an de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulîstanê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" hat vekirin û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) a Êlihê, rêveberên Komeleya Alîkarî, Hevgirtin, Yekîtî û Çandê ya bi malbatên ku xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de winda kirine (MEBYA-DER) û endamên Meclîsa Kedê ya Êlihê û Platforma Demokrasiyê beşdarî çalakiyê bûn.
 
Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Huseyîn Elçî jî diyar kir ku ew ê aqûbeta windayan bipirsin û wiha got: “Em parêzvanên mafên mirovan 664 hefte ne li van qadan ji bo lêgerîna heqîqet û edaletê bi xizmên windayan re ne û wêneyên mirovên me yên di bin çavan de hatin windakirin û di encama kuştinên kiryar nediyar de jiyana xwe ji dest dan di dest me de ne. Heta aqûbeta windayan neyê diyarkirin em ê li qadan bin.
 
Piştre jî di çalakiya vê hefteyê de Huseyîn Elçî çîroka Taybet Înan a ku di 19'ê Kanûnê de dema qedexeya derketina derve ya di 14'ê Çileya 2015'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibû îlankirin de dewam kir ku cenazeyê wê 7 rojan li kolanê mabû xwend.
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
Îzmîr
 
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê çalakiya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" ku ji du hefte carekê li dar dixe, li ber Sûmerbanka kevin a navçeya Konakê li dar xist. Di çalakiya ku gelek kes lê amade bûn de pankartên "Winda wijdan in, wan biparêzin" û "Kiryar diyar in, winda li ku ne" hat vekirin.  Di Çalakiya vê hefteyê çîroka Îsmaîl Bahçecî yê ku di 24'ê Kanûna 1994'an de li Stebolê hat windakirin hat vegotin û qebûbeta wî hat pirsîn.  Çîroka Îsmaîl Bahçecî ji aliyê rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Ahemt Çîçek ve hat xwendin. 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.