Rojnamegerên hatin qetilkirin li Qada Galatasarayê hatin bîranîn

  • 13:27 21 Kanûn 2024
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya 1030'emîn  a li Qada Galatasarayê de aqûbeta Rojnameger Îsmaîl Bahçecî yê 30 sal berê hat qetilkirin pirsîn.
 
Dayikên Şemiyê /Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatin windakirin û di binçavan de hatin qetilkirin bipirsin û kiryarên wan bên darizandin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya 1030'emîn li dar xistin. Li gel Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan gelek kes li qadê kom bûn, qurnefîl û wêneyên windayan hilgirtin. Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Îsmaîl Bahçecî yê 30 sal berê hat windakirin pirsîn. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê xizma winda Masîde Ocak ve hat xwendin.
 
'Me Îsmaîl Bahçecî ji bîr nekir'
 
Masîde Ocak bi gotina "Me Îsmaîl Bahçeci yê ku 30 sal in hebûna wî tê înkarkirin, sûcdar û berpirsyarên wîndakirina wî bê ceza tên parastin, ji bîr nekir." Îsmaîl Bahçecî bi bîr anî û got,“Ji bo Îsmaîl ê ji sala 1993’an û vir ve ji ji bo Îsmaîl bigirin, polîsan avêtin ser mala malbata wî ya Avcilarê. Ji ber vê sedemê Îsmaîl neçar ma ji malê derkeve. Wî jimareya telefona hevalekî xwe yê cihê kar da birayê xwe a ku di rewşa awarte de agahiyê bide malbata xwe. Kesê ku di 24'ê Kanûna 1994'an de telefonî Malbata Bahçecî kir û xwe weke hevalê Îsmaîl da nasîn, ev agahî da û got 'Kurê we ji aliyê polîsên şaxa siyasî ve hatiye binçavkirin.' Bav Şehmus Bahçeci demildest serî li Midûriyeta Emniyetê ya Gayrettepe û Serdozgeriya Komarê ya Gayrettepe da, lê binçavkirina Îsmaîl hat redkirin."
 
'30 sal in çarenûsa wî nediyar e'
 
Maside Ocak da zanîn ku malbata Îsmaîl Bahçecî serî li hemû saziyên edlî û îdarî yên pêwendîdar dane û bi kampanyayên ku ji aliyê malbat, hevalên Îsmaîl, Komeleya Mafên Mirovan û Rêxistina Efûyê ve hatine organîzekirin, ev mijar jiraya giştî ya welat û cîhanê re hatiye ragihandin. Lê 30 sal in agahî ji malbata Îsmaîl re nayê dayîn. Hemû serlêdanên malbata wî bê encam man. "
 
Em ê dev jê bernedin'
 
Maside Ocak herî dawî wih got: “Serokomarê wê demê Suleyman Demîrel, Serokwezîr Tansu Çîller, Wezîrê Karên Hundir Nahît Menteşe, Midûrê Giştî yê Polîsan Mehmet Agar, Midûrê Emniyeta Stenbolê Necdet Menzîr, Midûrê Şaxa Têkoşîna bi Terorê ya Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Reşat Altay, Serdozgerê Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Stenbolê Ahmet Koksal û Waliyê Stenbolê Hayri Kozakçioglu ji bo Îsmaîl Bahçecî di binçavan de winda nebe tevdîr negirtin.  Çiqas sal jî derbas bibin, em ê ji bo Îsmaîl Bahçecî û ji bo hemû windahiyên xwe edaletê bixwazin û bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”
 
Ji bo hemû rojnamegerên hatin qetilkirin qernehîl hatin hatin danîn!
 
Piştî daxuyaniyê xizmên windayan qurnefîl li qadê hiştin û gotin, "Qenêlên me ji bo rojnameger Îsmaîl Bahçecî û hemû rojnamegerên hatin qetilkirin e."
 
Piştre çalakî bi dawî bû.