Ji ser sînorê Qamişloyê bertek: Çapemeniya azad rûmeta me ye
- 14:06 20 Kanûn 2024
- Rojane
MÊRDÎN - Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Qamişlo ya li dijî êrîşên Tirkiye û SMO'yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku hatiye destpêkirin di roja xwe ya 8’an de didome. Di nobetê de li dijî qetilkirina rojnamegerên di êrîşa SÎHA'yê Tirkiyeyê de hatin qetilkirin bertek hatin nîşandan.
Nobeda li ser sînorê Qamişlo yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û Artêşa Millî ya Sûriyeyê (SMO) yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja xwe ya 8’an de berdewam dikIN. Welatiyên ku ji saetên sibehê ve li qada nobetê ya li deriyê sînor ê Nisêbîn-Qamişlo kom bûne, çalakiya xwe bi sirûd û dirûşmeyên berxwedanê didomînin. Di çalakiyê de qetilkirina rojnameger Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ku di encama êrîşa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk de dema ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin de hatin qeilkirin bi dirûşmên "Çapemaniya azad rûmete me ye" hat şermezarkirin.
Li qada çalakiyê dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" û "Bêdengî mirin e, berxwedan jiyan e" hatin berzkirin. Di nav wan de Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ku qeyûm li şûna wê hat tayînkirin û rêveberên bajar û navçeyan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yên Mûşê jî hebûn gelek kesî piştgirî da çalakiyê.