Li dijî girtina Bîrsen Orhan bertek:Biryarek siyasiye
- 19:48 30 Mijdar 2024
- Rojane
DÊRSÎM - Hevşaredara Dêrsîmê Bîrsen Orhan qû qeyûm tayînê şûna wê hatibû kirin, vê sibehê hat binçavkirin û girtin. Li dijî girtina Bîrsen Orhan daxuyanî hat dayîn û parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsîmê Ayten Kordu axivî û da zanîn ku ev biryarek siyasiye û got wê hemû hesab bidin vî gelî.
Li dijî girtina hevşaredara Dêrsîmê Bîrsen Orhan li DêrsîmÊ daxuyaniyek hat dayîn. Parlamentera DEM Partî ya Dêrsîmê Ayten Kordu, parêzerê Bîrsen Orhan Kenan Çetîn, rêveberên DEM Partî yên navend û navçeyan tevli daxuyaniyê bûn.
Parlamenter Ayten Kordu di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku qeyûmên hatine tayînkirin darbeya li dijî îradeya gel e û got her roj li vî welatî dijhiqûqî pêk tên. Ayten Kordu da zanîn ku daraz li gorî biryarên siyasî yên AKP-MHP’ê tevdigerin û got: “Dema edaleta rast pêk bê wê hemû bên darizandin. Wê hesab bidin vî gelî. Ev darbeyek li dijî demokrasî û îradeya gel e. Ev biryarek siyasiye.”
Parêzerên Bîrsen Orhan, Kenan Çetîn jî axivî û da zanîn ku Bîrsen Orhan ji ber muxalefetên van bariyeran kiriye hatiye girtin û got hiqûq ji her kesî re pêwiste. Kenan Çetîn bi lêv kir ku ew ji kesên ku hiqûqê pêk tînin re dibêjin ku hiqûq ji her kesî re pêwiste.
Daxuyanî bi dirûşme û çepikan bidawî bû.