Li ber şaredariya Mîksê çalakiya nobetê

  • 19:04 30 Mijdar 2024
  • Rojane
WAN - Li ber şaredariya Mîksê ku qeyûm hat tayînkirin gel agir pê xist û çalakya nobetê da destpêkirin.
 
Piştî girtina hevşaredarê Mîksê bi talîmata wezareta karê hundir duh qeyûm tayînê şaredariyê hat kirin. Welatiyan îro li ber şaredariya Mîskê çalakiya nobetÊ dan destpêkirin. Welatiyan govend gerandin stran gotin. Piştre hevşaredarê Tekmanê Abdurrahman Sever û parlamenterê DEM Partî yê Îdirê Yilmaz Hûn axivîn.
 
Abdurahman Sever da zanîn ku rejîma qeyûman bi salane didome û got tevî hemû êrîşên desthilatdariyê wê dest ji xizmeta ji bo gelê xwe bernedin û got qeyûm xespkirina îradeyê ye.
 
Parlamenter Yilmaz Hun jî bi lêv kir ku ew qeyûman nas nakin û wê tecrîdê bişkînin.  Yilmaz Hûn daxuyakirin ku dsethilatdariyê hilbijartinan de têkçûnek mezin jiyane û ji ber vê jî êrîşên nirxên gel dike.
 
Piştî axaftinan gel bi dirûşmeyan berbi avahiya DEM Partiyê ve meşiyan û nobet bidawî kirin.