Xizmên girtiyan bang kirin: Mafê jiyanê ji destê wan tê girtin
- 09:04 30 Mijdar 2024
- Rojane
Arjîn Yuksekbag
ENQERE - Malbatên girtiyên nexweş balkişandin ser rewşa girtiyan û gotin: “Demildest dest ji van pêkanînên dijhiqûqî û mirovahî berdin. Em dixwazin xizmên me bên tahliyekirin.”
Di pêvajoya dawî de li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûn û bi hezaran girtî terkî mirinê tên kirin. Her roj em bi agahiyên mirina girtiyên nexweş şiyar dibin. Rayedar der barê mijarê de tu gavekê navêjin. Malbatên girtiyan jî hewl didin dengê xwe bidin bihistin û diyar dikin girtî bi binpêkirinên mafan yên giran re tên rû hev.
Malbatên girtiyên nexweş yên li girtîgeha Enqere-Sîncan û Kayserî-Bunyanê dimînin gotin: “Tevî ku nikarin girtî bimînin xizmên me di şertên dijmirovahî de, bi nexweşiya giran tên girtin, bi aşkera terkî mirinê tên kirin.” Xizmên girtiyan ji bo dengê xwe bidin bihistin ji ajansa me re axivîn.
‘Seranserê jiyanê nikare di hucreyê de bimîne’
Xwişka girtiya nexweş Jiyan Ay, ya li girtîgeha Bunyan a Kayseriyê dimîne, Dîlan Ay wiha vegot: “Li Nisêbînê di qedexeyên 14’ê Gulana 2016’an de 25 kes di 24’ê Gulanê de hatin binçavkirin û îşkenceyên giran dîtin. Ji aliyê dadgehê ve hatin girtin û cezayê muebetê lê hatin birîn. Jiyan yek ji wane. Niha li girtîgeha Bunyanê di hucreyê de ye. Pirsgirêkên tenduristiyê dijî. Şertên hucreyê pir xerabin. Mirovên baş nikarin bi tena serê xwe bimînin. Jiyan û nexweşên din nikarin li girtîgehê bimînin. Jiyan ji ber muebetê wê seranserê jiyanê hucreyê de bimîne. Ev pêkanînek giran û dijmirovahiye. Tu aliyê vê yê mirovahî tuneye. Em dipên ku şert û merc bên sererastkirin.”
‘Yali Dîcleyê hatiye kirin îşkenceye’
Yek ji girtiyên nexweş Dîcle Bozane û di 2017’an de bi giranî birîndar dibe û tê girtin, dibin girtîgeha Tîpa T ya Elezîzê. Parêzera wê Gulîzer Tuncer der barê nexweşa giran Dîcle Bozan de axivî û got: “Dîcle Bozan ji ber nexweşiya epîlepsî her tim ji ser hişê xwe diçe.Ji ber derfetên dermankirinê qels bûn ji Elezîzê di 2018’an de şandin Tîpa R ya Menemen a Îzmîrê. Li wir jî di hucreyê dehatiye girtin û mudaxale nehatiye kirin. Emelyata wê tevî ku cidî bû 9 meh taloq kirin. Ya li Dîcleyê hatiye kirin îşkenceye. Dîcle li nexweşxaneyê terkî mirinê tê kirin. Pirsgirêkên wê yên cidî hene.”
‘Nikare avê jî vexwe’
Yek ji girtiyên nexweş Gulazer Akin e. Gulazer Akin li girtîgeha Kayserî-Bunyanê dimîne, di gurçikên wê de kîsta kirêcê ya 8-10 mm heye. Sê sale di alî xwarinê de zehmetiyê dikşîne. Dest û tiliyên wê diwerimin. Xwişka wê Refîka Akin wiha bang li rayedaran kir: “Nexweşiyên cidî yên Gulazerê hene. Nikare avê vexwe. Me ev di hevdîtinan de dît. Ji xwe bi mamayê xwedî dibe. Bi salane wisa ye. Nikare li ser piyan bisekine. Dibin nexweşxaneyê lê tu pêşketin tuneye. Ew nakin qe nebe bila bidin me em bikin. Em malbat bi fikarin. Me bi dehan carî ji wezareta dadê re name nivîsî. Em ê têkoşîna edaletê bidomînin.”
‘jiyana wê bin rîskê de ye’
Girtiya nexweş Gulgeş Tatli jî nexweşa epîlepsiye û 5-6 mehan carê ji ser hişê xwe diçe. Di pişt, mil, zikê wê de parçeyên şarapnelê hene. Xwişka wê Berîvan Tatli bang li rayedaran kir û got: “Xwişka min di 2021’ê de li Colemêrgê hat girtin. Dema hat girtin birîndar bû. Nehat dermankirin. Nexweşiyên wê yên cidî hene. Me serlêdan kirin. Me bir meclîsê. Cezayê muebeta giran lê birîn. Em ji ewlehiya canê wê bi fikarin. Divê xwişka min demildest bê tahliyekirin.”
‘Rewşa keça min krîtîke’
Girtiya nexweş Ozge Ozbek li girtîgeha jinan a Sîncanê girtiye û di mêjiyê wê de tumor heye. Dayika wê Hunsiye Tarhan Duzel der barê keça xwe de axivî û wiha vegot: “Keça min Ozge Ozbek ji tebaxa 2020’an de ye girtiye. Ji Gebzeyê bo dermankirinê birin Sîncan a Enqereyê. Lê çar sale hîna nehatiye dermankirin. Doktor dibêjin teqez nikare şertên girtîgehê de bimîne. Lê lijne dibêje dikare bimîne. Ez bng li rayedaran dikin. Divê Ozge û nexweşên gin demildest bên berdan. Em ji rewşa zarokên xwe bi fikarin.”
‘Ji bo dermankirinê tahliye şert e’
Girtiya bi navê Gulşan Adet 30 sale girtiye û nexweşiyên wê yên kronîk hene. Di hezîrana 2021’ê de di encama MR de hat testpîtkirin ku mêjiyê wê de damar xitimiye. Xwişka Gulşan Adet, Berat Adet der barê rewşa xweişka xwe de wiha vegot: “Xwişka min di 1994’an de hat girtin. Vê meha biharê de divê bihata tahliyekirin. Lê lijneyê tahliye nekir. Gelek girtiyên nexweş hene. Gulşan jî gelek nexweşiyên wê hene. 30 sale girtiye. Mixabin dermankirin bi rêk û pêk nehatin kirin. Divê Guşlan Û girtiyên din bên tahliyekirin. Daxwaza me eve.”